ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê bi hezaran kes ji bo hilkirina agirê Newrozê diherike qada pîrozbahiyê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Cejna Newrozê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Qada Bajar a li Taxa Konakê tê lidarxistin. Bi hezaran kes di saetên zû yên serê sibehê de berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo" berz dikin. Hatina gel a qada pîrozbahiyê didome û coşa li qadê her ku diçe zêdetir dibe.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Piştre jî hunermend Rojda, Kasim Taşdogan û Hozan Şervan derkevin ser dikê.