ÊLIH - Di pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê de li gel dirûşma “Bijî Serok Apo” posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bilindkirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê ku bi dirûşma “Rebêrtiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirt.