ENQERE - Endamên Însiyatîfa Civakî ya ji bo Aştiyê û Akademîsyenên Aştiyê, ji bo beşdarî Newroza Amedê bibin ji Enqereyê bi trenê ketin rê.
Heyetek ji Însiyatîfa Civakî ya ji bo Aştiyê û komek ji Akademîsyenên Aştiyê, ji bo li Amedê beşdarî "Newroza Azadiyê" bibe ji Enqereyê trenê siwar bûn û berê xwe dan Amedê. Ji bo li qada Newrozê bibêjin; "Em di aştî û demokrasiyê de israr dikin" û ji bo pêvajo di bin mîsogerdiya hiqûqê de be û gavên pêwîst bên avêtin diçin Amedê û dê bi rêwîtiyeke 24 saetan bigihêjin Amedê.
Însiyatîfa Civakî ya ji bo Aştiyê der barê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got: "Pêvajoya ku ji Cotmeha 2024'an û vir ve hatiye destpêkirin dewam dike. Dema ku derî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane hatiye vekirin, binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û zêdetirî 100 hevalên wî, nişan dide ku îradeya gel nas nakin. Bi taybetî jî jinên ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê derketin kolanan tundiya li hemberî mûxalefetê tê kirin, rêya aştiyê jî digire. Qirkirina li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê hat kirin nîşan dide ku ji bo aştiya li welat û herêmê divê dem neyê windakirin."