AMED - Waliyê Silemaniyê Heval Ebubekir û heyeta pê re ku ji bo Newrozê hatin Amedê serdana Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.
Waliyê Silemaniyê Heval Abubekir û heyeta pê re ku ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku wê sibê li Amedê bê lidarxistin bibin hatin bajêr. Heyetê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin. Serdana destpêkê ya Ebûbekîr li Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bû. Piştre çû serdana şaredariyê. Hevşaredar Dogan Hatûn walî Ebubekir pêşwazî kir. Di serdanê de li ser geşedanên heyî axaftin hatin kirin.