Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje

img
 
AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza azadiyê ya Bazîdê de axivî û diyar kir ku hemû cîhan li ser banga Abdullah Ocalan diaxive lê îktîdar gavên pêwîst naavêje. 
 
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi beşdariya bi hezaran kesan û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz hate pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê, bi beşdariya sedan kesan bi meşale û pankarta “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” heta qada pîrozbahiyê meş hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz Ppîroz be” hatin berzkirin. Her wiha bi hezaran kesan ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di pîrozbahiyê de flamayên bi rengên kesk, sor û zer hatin hilgirtin. Welatiyan demekî dirêj li ber stranan govend gerandin. 
 
SAKIK: EM HEM JI BO MUZAKEREYAN HEM JÎ JI BO TÊKOŞÎNÊ AMADE NE 
 
Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Wekîlê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik axivî û got ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Sakik, got: “Em di wê baweriyê de ne ku dê di demeke nêz de azad bibin. Divê îktîdara AKP’ê tavilê paqijiyeke biharê bike. Divê bi hezaran girtiyên nexweş yekser bên berdan, polîtîkaya qeyûman bê bidawîkirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Banga me ji bo îktîdara AKP’ê û hemû derdoran e, werin em bi hev re aştî û demokrasiyê cîbicî bikin. Em hem ji bo muzakereyan hem jî ji bo têkoşînê amade ne.” 
 
ZEKIYE ÎLBASAN: EM PÊVAJOYÊ BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BIKIN 
 
Zekiya Îlbasan a TJA’yî jî girîngiya Newrozê vegot û ev tişt anî ziman: “Heta ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi serkeftinê tacîdar dibe divê em rêxistinî û têkoşîna xwe mezin bikin. Pirsgirêkeke mezin a netewe dewletan ava kirin heye. Tekane rizgariya ji vê krîzê jî paradîgmaya Rêber Ocalan e. Lewma divê em pêşengtiya pêvajoyê bikin û bi paradîgmaya birêz Ocalan civaka demokratîk û jiyaneke azad ava bikin.” 
 
‘HER KES DIAXIVE LÊ ÎKTÎDAR GAVAN NAAVÊJE’ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî anî ziman ku bi hezaran sala ye agirê Newrozê venemiriye û wiha domand: “Mazlum Dogan, Rahşan, Zekiye û keça Araratê Sema Yuceyan ev ronahî diyarî me kirin. Herî zêde Serhedê serî li ber polîtîkayên zilmê yên piştî Plana Islehkirina Şerqê rakir.  Tevî pişaftinê jî ev 100 sal in di 8’ê Adarê û Newrozan de tê gel hev. 
 
Girîng e ku di vê pêvajoya nû ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de herî zêde li ser birêz Ocalan û peyama wî tê axaftin. Divê herî zêde gelê Serhedê xwedî li vê bangê derkeve. Bi mehan gotin ‘Bila birêz Ocalan bang bike.’ Birêz Ocacalan jî bi cisareteke mezin bangekî ku hevkêşeya siyasetê serûbin dike kir. hemû dinya li ser vê bangê diaxive lê îktîdar gavan naavêje. 
 
ÎKTÎDAR HER TIM ZIMANÊ NABEYÊ BI KAR TÎNE 
 
Di meseleyek wiha dîrokî de hewceye gavên tên avêtin hevdu bihêz bikin. Îktîdar her tim gotina nabeyê bi kar tîne. An em ê di vê sedsala nû de pirsgirêka Kurd çareser bikin û nirxên demokratîk biafirînin, an jî dê Kurd û Tirk bi hev re bi vê pergala zilmê re bijîn. Aştiyeke mayinde û naskirina nasnameyan ma dê zirarê bide kê? Divê îktîdara ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de qala aştiya navxweyî dike, divê gavan biavêje. Nabe ku di mijareke wiha giran de gotina nabeyê were bikaranîn. Li hêla din em qebûl nakin ku birêz Ocalan ku aktoreke dîrokî ye, di Girtîgeha Îmraliyê de be. Divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Digotin dê bi plana têkbirinê Kurdan bieciqînin û derbas bibin. Qeyûm tayîn kirin, tecrîd girantir kirin. Lê Kurdistan qet bêdeng nebû û nabe jî. Ev îktîdar, Kurdistanê weke laboratuarê bi kar tîne. Me got ‘heke pêşî li ber polîtîkayên zilmê yên li Kurdistanê neyê girtin dê li her derê belav bibe.’ Vaye tiştên îro li Stenbolê diqewimin hûn jî dibînin. Derbe li vîna gel kirin.” 
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Bi geşbûna agirê Newrozê û stranên hunermendan re coşa qadê derket lûtkeyê. Bi hezaran kesan li ber stranan govend gerandin û dirûşm berz kirin. 
 

Sernavên din

20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî - HATE NÛKIRIN
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin