QERS - Gulistan Kiliç Koçyîgît a DEM Partiyî di pîrozbahiya Newrozê ya li Qersê de axivî û got ku gel xwedî li banga Abdullah Ocalan derdikeve û ev tişt anî ziman: “Em ê li dijî hemû provokasyonan hişyar bin û xwedî li banga sedsalê derkevin.”
Yek ji bajarên ku coşa Newrozê lê geş bû jî bajarê Serhedê Qers bû. Tevî hewayê sar jî bi hezaran kesan qada Newrozê ya Stasyonê dagirtin. Welatiyan di tevahiya pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Gelên bajêr bi rengên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn û pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî welatiyan li ber stranan govend gerandin. Piştî axaftinên endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û hevserokên DEM Partiyê yên bajar, Hevberdevka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî.
'EM Ê XWEDÎ LI BANGA SEDSALÊ DERKEVIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku Newroz berxwedan û azadî ye û wiha got: “Em li Qersê Cejna Newrozê ya aktorê herî girîng ê têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin. Birêz Ocalan tevî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ku 26 sal in didome jî bi şev û roj ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn xebitî. Tevahiya têkoşîna xwe ji bo aştiyê da. Di 27’ê Sibatê de jî bangek kir. Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratîk li me tevan kir. Em jî li vir radigînin ku tev li vê bangê dibin û piştgiriyê didin. Tişta ku niha dikeve ser milê me ew e ku em vê banga dîrokî fêm bikin û bigihînin her kesî. Em dibînin ku piştî vê bangê gelek derdor ketine nava aloziyê û seknekî li dijî aştiyê raber dikin. Em dibînin ku hinek hêz dixwazin vê pêvajoya aştiyê sabote bikin û provokasyonan bikin. Divê em li dijî provokasyonan hişyar bin û xwedî li banga sedsalê derkevin. Em ê gav bi gav aştiyê birêsin.”
‘OPEASYONA L DIJÎ ÎBB’Ê JEHRÎKIRINA PÊVAJOYÊ YE’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, binçavkirina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû şermezar kir û got: “Ev, derbe ye. Heta niha li vî welatî leşkeran derbe dikirin lê ji sala 2015’an ve îktîdara AKP’ê bi awayekî sîstematîk derbeyên sivîl dike. Bi feraseta qeyûm re derb li îradeya gel xistin. Binçavkirin Îmamoglû û gefa tayînkirina qeyûm jî derbeyeke. Binpêkirina destûra bingehîn û hiqûqê e. Em vê operasyonê weke jehrîkirina pêvajoyê dibînin. Dê piştevaniya me ya bi wan re bidome.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re koma Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dikê. Welatiyan li ber stranên komê govend gerand.
Newroz, bi dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.