* Endamê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê ya Stenbolê Îsa Ozgen got: "Ciwan wê bi hemû coşa xwe vê Newrozê bi rê ve bibin."
* Nivîskara sosyalîst û femînîst Pat Brewer di pirtûka xwe ya "Bêmilkkirina Jinê" de balê dikişîne ser delîlên zanistî yên arkeolojîk û xwendekêr ber bi rêwîtiya dîrokî ya ku serdestan nivîsandiye ve dibe.
* HDK'ê, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel vexwend pîrozbahiya Newroza Stenbolê. Heta niha ne diyar e ku dê Ozel beşdarî Newrozê bibe yan na, lê hat hînbûn ku CHP dê bi heyetekê beşdarî Newrozê bibe.
* Endamên Komeleya Kurdistaniyên Fransa ku tevlî Newroza Amedê bûn, diyar kirin ku divê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ji aliyê her kesî ve were destekkirin û destnîşan kirin ku "Azadiya Abdullah Ocalan ji bo her kesî girîng e."
* Dê li Mêrsîn, Îzmîr, Dîlok, Mûgla, Kocaelî, Aydin, Erzingan, Osmaniye, Konya/Kûlû, Hatay/Dortyol û Edene/Ceyhanê Newroz bê pîrozkirin. (11.00-17.00) ZINDÎ
* Dayikên Şemiyê, dê cara 341'emîn li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)
* Xizmên windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin. (12.30)
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)
* Dê kesên di Newroza 1992'yan a Nisêbînê de hatin qetilkirin bên bibîranîn. (13.00)