ERZINGAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar di pîrozbahiya Newrozê ya li Erzinganê de axivî, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Ev banga sedsala nû ne weke sedsala înkar û mêtingeriyê, pênaseya jiyana demokratîk, wekhev a ji aliyê civakê ve hatiye avakirin e."
Newroza ku ji sala 2017’an û vir ve li Erzinganê nayê pîrozkirin, piştî 8 salan îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Dêrsimê Ayten Kordu, gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û welatiyên ji bajarên derdorê beşdarî pîrozbahiya ku li Taxa Ulularê hat lidarxistin bûn.
Hêzên Ked û Demokrasiyê derketin ser dikê û Newroz li gel pîroz kirin. Orhan Çelebî ku ewil axivî, bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir. Orhan Çelebî, anî ziman ku piştî salên dirêj li Erzinganê bihîstina dengê aştî û demokrasiyê gelek xweş e û got: "Gelê Mezopotamyayê ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîneke mezin dimeşîne. Ev têkoşîn 50 sal in li erdnîgariya Mezopotamyayê ji aliyê Kurdan, sosyalîst û welatparêzan ve bi bedelên mezin tê dayîn. Gelê me hemû bi hev re bûn dengê aştiyê. Bi aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind kirin."
Orhan Çelebî bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de û got: "Ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet a li van xakan birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê dest bi pêvajoyê kiriye û di vê çarçoveyê de banga xwe kir. Lê di ser hevdîtinê re nêzî mehek derbas bû, ji aliyê rayedarên dewletê ve tu gav nehat avêtin. Ji bo dawî li êş û azarên gelê me yê li Tirkiyeyê bê, divê aştî ji aliyê kedkaran ve jî were hembêzkirin."
Endamê MYK'ê yê Partiya Kedê (EMEP) Orhan Kural, Newroza gelan pîroz kir û got: "Newroz roja ku gelan agirê azadiyê pêxistiye. Li hemberî dehakan têkoşîna bi milyonan a Kawayan e. Hûn bi israra di pirsgirêk û zextan de nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Yekane hêza me baweriya me ye. Em bi têkoşîna hevpar a li dijî desthilatdariya zalim dikarin bi ser bikevin."
Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu ku piştre mafê axaftinê girt, bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir. Ayten Kordu got, “Em ê teqez bi banga aştiyê ya Birêz Ocalan civaka demokratîk ava bikin."
BANGA ABDULLAH OCALAN
Herî dawî Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar da xuyakirin, ku ev demeke dirêje li Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve krîz heye û got: "Bawerî û nasnameya me weke sûc hatiye îlankirin, lê hemû gelê me yê li Kurdistanê dest ji ziman û nasnameya xwe ya ku sûc tê dîtin, bernade. Hûn bawer bin, her peyva ku em bi zimanê dayikê bi kar tînin berxwedan e."
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan jî û got: "Tevî 26 sal tecrîdê, birêz Ocalan ji Îmraliyê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir. Kurd li her derê cîhanê belav bûne, bi têkoşîna azadiyê û berxwedanê re em ê biaxivin ka ev têkoşîn di nava civakê de çawa dikare were parvekirin. Ev bang ji bo hemû gelan e ku bi nasnameya xwe û zimanê xwe bijîn. Kî li dijî vê yekê ye? Kesek ji beşên civakî ne li dijî ye, lê hikûmet vê yekê naxwaze. Ji ber vê jî herî zêde bang li raya giştî, jin, ciwan û kesên têkoşîna demokrasiyê dikin tê kirin. Ev bangawazî sedsala nû ne wekî sedsala înkar û çewisandinê, wekî jiyanek demokratîk, wekhev ku damezrînerê civaka demokratîk e bi nav dike. Ji ber vê yekê bang hêja ye."
Piştre agirê Newrozê ji aliyê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ve bi coşeke mezin hat pêxistin. Pîrozbahî bi govenda li ber sitaranan bi dawî bû.