STENBOL –HDK'ê, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel vexwend pîrozbahiya Newroza Stenbolê. Heta niha ne diyar e ku dê Ozel beşdarî Newrozê bibe yan na, lê hat hînbûn ku CHP dê bi heyetekê beşdarî Newrozê bibe.
Newroz îsal bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Stenbolê wê bi dirûşmeya "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" di 23'yê Adarê de li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû, bal kişand ser girîngiya wateya Newroza Stenbolê ya îsal ku bi hemû leza xwe dewam dike û tê armanckirin ku milyonek kes beşdarî wê bibe û diyar kir ku ew ê bi pêşengiya HDK'ê li hemû hêzên ked û demokrasiyê Newrozê pîroz bikin. Kenanoglû da zanîn ku ev Newroz bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdem e û got: "Di vê wateyê de pêwîst e ev Newroza li tevahiya erdnîgariya kurdan û Rojhilata Navîn wekî Newroza guhertin û veguhertinê were nirxandin. Bi vî rengî em vê Newrozê wekî Newroza aştî û civaka demokratîk tînin ziman."
Kenanoglû bang li raya giştî kir ku beşdarî Newrozê bibe. Kenanoglû binçavkirina Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû wekî darbeyekeê nirxand û got: "Newroza Stenbolê, divê wekî Newroza Stenbol xwedî li vîna xwe derdikeve were nirxandin. Em wekî HDK'ê bi partî û pêkhateyên xwe re li Saraçhanê bûn. Me jî bi Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur re hevdîtin kir. Me jê re got ku divê ev Newroz bibe Newroza ku gel xwedî li vîna xwe derdikeve û Newroza civaka demokratîk. Axirê Îmamoglû îradeya gelê Stenbolê ye û bi darbeyê re rû bi rû ye. Me di serdana xwe de ev yek ji hemû rayedarên CHP'ê re anî ziman û ew vexwendibûn Newrozê."
Çavkaniyên CHP'ê yên ku me xwe gihandin wan diyar kirin ku heta niha biryarek nehatiye dayîn ku Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel beşdarî Newrozê bibe. Çavkaniyên CHP'î diyar kirin ku dê şandeyeke CHP'ê beşdarî NEwrozê bibe.
MA / Melîk Çelîk