STENBOL - Nivîskara sosyalîst û femînîst Pat Brewer di pirtûka xwe ya "Bêmilkkirina Jinê" de balê dikişîne ser delîlên zanistî yên arkeolojîk û xwendekêr ber bi rêwîtiya dîrokî ya ku serdestan nivîsandiye ve dibe.
Pirtûka Pat Brewerê ya bi sernavê “Bêmilkkirina Jinê" ji Weşanên Sumerê derket. Nivîskar Pat Brewerê, di vê pirtûka xwe de di ser xebata "Koka Malbatê, Milkiyeta Takekesî û Dewletê" ya Frederick Engels re, çîroka jinê ya heta roja îro vediçirîne. Nivîskar di pirtûka xwe de destnîşan dike ku yê "çarenûsê" ferz dike, dewleta ku li ser milkiyeta takekesî hatiye avakirin bi xwe ye.
Pirtûka Pat Brewerê li ser xebatên arkeolojîk ên vê dawiyê hatiye kirin hûr dibe ku Engels hin aliyên girîng ên derbasbûna ji civaka "dayiktiyê" ber bi civaka çînî ve eşkere nekirine.
Pat Brewerê di danasîna pirtûka xwe de wiha dibêje: "Ev geşedan, ji bo têkoşîna mafên jinan pir hêja ne û li dijî fikirên paşverû yên ku pozîsyona civakî ya jinê ya heyî 'asayî' dibînin' û dibêjin jin nikarin vê yekê biguherînin têkoşînê ferz dike."
Her wiha berga pirtûkê jî pir balkêş e. Wêneyekî di efsaneya St George de ku jineke bakîre qurbanî cinawirekî tê kirin hjatiye sêwirandin.
PAT BREWER KÎ YE?
Bi salan wekî li Awistralyayê di tevgerên sosyalîst û feminîst de wekî aktivîsytekê cih girtiye û di kampanyayên di vî warî de rol lîstiye. Pat Brewer hê jî endama Tifaqa Sosyalîst e.
MA/ Diren Yurtsever