NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan diyar kir ku ew li dijî her cureyên êrişan amade ne û got: “Şer an jî teslimiyet. Dihat xwestin ku Îran bi temamî teslîm bibe. Dema ev nebûyî jî îcar stratejiya şer xistin meriyetê. Li dijî şer û pevçûnan, dermanê herî baş Konfederalîzma Demokratîk e.”
Şerê di navbera Îran-Îsraîlê di roja 12’an de didome. Her çend Serokê DYA’yê Donald Trump gotibe agirbest hatiye ragihandin jî, her du alî jî êrişên xwe didomînin. Di demeke şer didome de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku ew amade ne li ser bingeha xweparastinê gelan biparêzin.
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan têkildarî şerê Îran-Îsraîlê û pozîsyona Kurdan ji Rojnewsê re axivî. Hevpeyvîna bi Peyman Viyanê re hatiye kirin wiha ye:
Hevpeyvîna bi Peyman Viyan re bi vî rengî ye:
PJAK, şerê ku di navbera Îran-Îsraîlê de tê kirin, çawa dinirxîne?
Niha rewşa şerê Îran û Îsraîl qonaxek nûye di Rojhilata Navîn de, di rastî de ger mirov nav lê bike, qonaxa ku li ser Hemas şerê Xeza û Îsraîlê di Rojhilata Navîn de şer nû gur bû û destpêkir. Şerê niha li ser Îranê û şerê di navbera Îran û Emerîka nû de rû dide, merheleyek nû ya şer a li ser Rojhilata Navîne, dizaynek nû ya li Rojhilata Navîne. Di vê merheleyê de çima şerek wisa rû da? Em vê pêvajoyê çawa dixwînin? Dewleta Îranê yek ji wan hêzên bingehîn ya li Rojhilata Navîne, yek jî pêwîstiya wê bi dîzaynê heye. Ev hêz çend salên dawî bi taybetî xwestin Îranê teslim bigrin. Di hemû alîyan de ambargo li ser Îranê danîn. Di heman demê de şerê ku li Rojhilata Navîn hat meşandin de, hemû baskên Îranê yên li Rojhilata Navîn hatin şikandin. Hedefa wan ew bû ku Îranê teslim bigrin û li gor siyaseta xwe di rojhilata Navîn de dizaynek bi wî rengî bidin. Pêvajoya muzekereyan jî tenê pêvajoyek ya derbaskirinê bû. Ji bo wê jî dixwestin teslimyeta ku li ser Îranê dihat ferzkirin çênebû. Hemleya ku niha rû daye, em vî şerî wisan dixwînin ku ev şer di Rojhilata Navîn de wê hîn gurtir û kurtir bibe. Ji ber ku ev şer hemû qedera Rojhilata Navîn diyar dike. Di vî şerî de hêzên hegemon hene, hêzên netew dewlet hene, şerê di navbera hêzên hegemon û hêzên netew-dewlet hene. Li aliyê din jî gel heye, gelê ku li ber xwe dide, gelê dixwaze sîstema xwe ya rêveber heye. Ji bona wê ev şer wek şerên berê di Rojhilata Navîn de derbas nabe. Yanî hertişt li gor hêzên ku li derve de mudaxele dikin, li gor hêzên netew dewlet derbas nabe. Ji bo wê jî hêzek alternatîf heye, ew jî hêza gele, xeta sêyeme ku dixwaze hêzekî îradeya gel pêşengtiya gelan hebe. Ji bona wê em dikarin bêjin ku ev şer wê di Rojhilata Navîn de guhertinên mezin bi xwere bîne.
Îran û Îsraîl heta niha wekî hêzên wekaletê şer kirine. Êdî her du hêz rubirûyî hevin û raste rast şer dikin. Rewş çawa gihişt vê qonaxê?
Di Rojhilata Navîn de bi taybetî piştî 2010’an şer bi rêya hêzên wekîl yên ser bi dewletan bûn dihat meşandin. Êdî şer rasterast di navbera dewletan de heye. Ji berku hemleyên destpêkê ku hêzên ser bi Îranê yên di Rojhilata Navîn de û di heman demî de hêzên din ên ku ji aliyê hêzên derve hatibûn avakirin, hêzên wek DAIŞ û yên din de şerek dihat meşandin. Êdî ew merhele derbas bû, merheleya ku hemû tişt diyar bibe û diyarker dibe, digihije navbera dewletan de ye. Niha şer di navbera Îran û Îsraîl bi xwe de dimeşe û wê hertişt êdî diyar bibe. Çima ev şer giha vê astê, ji ber ku armanca hemû hêzên derve Îranekî radestbûyî bû. Lê ji ber ku Îranê tawîz neda û radest nebû ev şer gihişt vê astê. Ji bo wê niha ev şer gihişt asta navdewletî, ev şer wê neşerekî mehek, salek yan du sal nebe. Êdî şerekî ku wê hemû encaman bi xwere diyar bike ye. Ji berku êdî ew hêz neman, êdî Îsraîl jî bi taybet hêzên ku li Rojhilata Navîn de hebûn, çi hêzên niyabetî, çi hêzên wek dewlet pêwîstiyên wan yên ku bi guhertinê hebin ku bikarin li gor hegemoniya xwe carek din dizaynek nû bide. Îran dewleteke esasiye, bi taybetî li Rojhilata Navîn du dewletên ku bingehek esasî hene Tirkiye û Îrane.
Tirkiye bi merheleyek din xwest xwe ji vê rewşê xilas bike. Lê Îran ji ber di hişmendiya xwe de israr kir, şer gihişt vê astê. Mirov dikare bêje ku ev şer ji encama hişmendiya rejîma Îranê ye ku heta niha di dîkdatoriya xwe de israr kir û di nava xwe de guhertin çênekir. Bi salane gel li dijî vê rejîmê nerazîbû. Di her alî de desthilatek despot û guhertin çênekir. Heta dawiyê bêdengkirin, êşkence û darvekirinê hilbijart. Di nava xwe de zilmkirin di Rojhilata Navîn de xwest xwe bi Hilala Şie biparêze. Niha ew Hilala Şie têkçû. Tirsa rejîma Îranê hemû ji nerazîbûna gelane. Rejimê di vî alî de ti gavek neavêt. Pêvajoya şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ şoreşa gelan bû, dixwestin guhertin çêbe. Rejîmê berovajî ti guhertin nekir û hîn zêdetir zext li ser gel kir, bêdeng kir û xwest bi zextan gel tine bike. Ji ber ti guhertinek di xwe de çênekir, bû sedem destwerdana derve li ser çêbe. Wek dewlet netew wek îran ku di Rojhilata Navîn de dewletek kevne û xwedî yek mezheb, yek netew, bi zihniyeta olperest, netewperest, mêrsalar de israr kir hişt ku destwerdana derve li ser çêbe. Diyar bû ku netew dewletên ku bi zihniyeta di diktatoriyê de israr dikin, nikarin bi wî rengî li ser lingên xwe bisekinin.
Pişt perdeya rastiyên li pişt vî şerê ku Emerîka jî tê de beşdare çine? Armanc hilweşandina rejîmê ye yan jî lawazkirina wê?
Di rastî de dibe ku di destpêkê de rasterast Îsraîl be, lê planek giştiye. Îsraîl ev çend salin bi taybetî lihevkirinên li gel welatên Erebî, peymana Abrahîm ev hemû amadekariyên vî şerî bûn. Ji bo ku ew hem di nav dewletên Ereb û Rojhilata Navîn de eniyek li dijî Îranê avake û hemû baskên Îranê bişkîne bû. Komên çekdar yên ser bi Îranê hemû têkçûn, di heman demê de çi hêzên herêmî çi dewletên Ereb, heta dewleta Rusya, dewletên Asya, di van çend salên dawî de amadekarî hebûn ku Îranê di Rojhilata Navîn de tengav bikin. Dema êrişî ser Îranê kirin daku ti dewletek piştgiriya Îranê neke bû. Di vê planê de Îsraîl, Emerîka, welatên Ewropa jî hene. Raste niha Ewropa rasterast nikare dawî li vî şerî bîne, lê Ewropa jî di nava vî şerî de ye. Yanî ev planeke ya hêzên navdewletî ye ku li ser Rojhilata Navîn tê meşandin. Dîsa rola Brîtanya di vê de esase. Rojhilata Navîn bi dîzaynek nû pêwîste di van dewletan de çi guhertin çêbe heta dizaynek nû çêbe. Ji ber wê mirov dikare bêje di van salên dawî de planek esasî bû.
Dema şerê li gel Hemasê çêbû Îsraîl êdî amadekariya şerê rasterast li gel Îranê kiribû. Ji ber wê dema dikare di yek şevê de evqas derbeyek herî mezin li Îranê didin, tê wê wateyê ku Mossad xwe bi salane di nava Îranê û rayedarên wê de birêxistin kiriye. Amadekariyên wê hene, du bijarde dan pêş Îranê, bijarda yekem yan radestbûn, yan şer. Di çend salên dawî de hemû planên li ser Îranê ewbû ku bijardeya yekem hilbijêre. Ew jî radestbûnek giştî bû. Ji berku ev yek nebû, êdî planek hevgirtî, giştî li di jî Îranê birêve diçe. Ji berku di planê de ne tenê Îran, dixwazin tevayî Rojhilata Navîn de dizaynek nû daynin. Ji bo wê jî plana van hêzan gihişt vê astê. Destwerdanên li ser Rojhilata Navîn çêdibe hêzên derve nikarin bi xwe rasterast wek hêzek di Rojhilata Navîn de cih bigre. Ezmuna wan di Efxanistan, Iraq, li Suriye. Planên wan yên esasî di Rojhilata Navîn de hêzek di jêr navê Îslamê de çêkin û mudaxele bikin. Îslama siyasî yek ji planên hêzên derve ye ku li Rojhilata Navîn de birêve dibin. Di jêr navê Îslama siyasî de qetlîam çêdibin, qirkirin çêdibin. Di vir de desthilatek nû di jêr navê Îslama siyasî de, lê îslamek siyasî ku xelk bi wêre îradeya gelan dorpêç bikin. Mirov dikare bêje ev destwerdanek li ser fikir û baweriya Rojhilata Navîne. Mixabin, dewletên herêmî yên netew dewlet jî bi wî fikra îslamyetê de di jêr berjewendiyên siyasî bikaranîn. Dewletek wek îranê ku dewletek Şia û Îslamî dibîne lê karên herî xirab dike, di jêr navê ol de hemû rêyên bêexlaqî di nava civakê de rewa dike û vê yekê di jêr maskeya Îslamyetê de dike. Cewhera Îslamê di nava dewlet netewên li herêmî de nemaye. Hêzên derve carek din dixwazin dibin maskeya îslama siyasî de li Rojhilata Navîn bi hêzên ku niha li ber çavin, mînaka wê DAIŞ, Talîban, li Suriye hêza hatî ser desthilatê, bi vê re dixwazin planên xwe yên li Rojhilata Navîn bicih bikin. Ji berku rastiya civaka Rojhilata Navîn dizanin, ji ber wê nikarin li derve de destwerdan bikin. Di xwazin planên xwe bi rêya hêzên nû yên bi navê Îslamî muxalefetek avakin.
Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo nîqaşkirina rewşa heyî vê dawiyê li Stenbolê civiya. Eger em Îslama siyasî jî tê de bigirin, gelo li ser rewşa welatên Misilmanan çi dikare were gotin?
Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên gelan bi şer çareser nabe, pêwîstiya Rojhilata Navîn bi sistemek demokratîk heye. Rojhilata Navîn cihê mirovahiyê ye, cihê ku zayîna mirovahiyê, zayîna felsefê û zayîna demokrasiyê ye. Bi taybetî piştî 2020 Rojhilata Navîn bûye cihê şer, pevçûn, penaberî û komkujiyan. Ev hemû di encama komkujiyên ku netew-dewletan anîne Rojhilata Navîne. Li Rojhilata Navîn de bi şer û komkujiyan dewlet netew çêbûn. Niha jî bi şer têk diçin. Ji bo wê em dibêjin dema hevrejiyana gelan û çandane. Wek alternatîfa esasî Konferderalîzma Demokratîk çareseriya esasiye. Ji bo Rojhilata Navîn ji şer û aloziyan rizgar bibe. Ji bo Rojhilata Navîn ji şer û aloziyan rizgar bibe, pêwîstî bi sîstema gelan, xeta sêyem heye. Bi vê xeta sêyem ya herî zêde dikare pêşengtî bike, wek azadiya esasî ku dikare hemû azadiyan bigre nava xwe, azadiya jinê ye. Dikare li Rojhilata Navîn de azadiya gelan jî mîsoger bike.
Ji bona wê pêwîste gelên Rojhilata Navîn sîstema xwe çawan, netew dewletên Rojhilata Navîn bi salane li ser xwîna gelan, destkeftiyên gelan desthilatên xwe meşandin, êdî wextê wê ye ku hevgirtina gelan çêbe, xalên hevbeş avakin. Bi konferansan, bi platforman dihatina gel hev de gel bi xwe çareseriya xwe diyarkin. Hêzên derve, hêzên netew dewlet ti çareseriyek xwe ji gelên Rojhilata Navîn re nîne. Hemû armanca wan dewlemendiyên ser erd û binerd yên Rojhilata Navîne.
Ji ber wê eger gel ji niha de projeyên xwe bihêz bikin, wê bikarin bi xwe bibin xwediyê wan dewlemendiyên sererd û binerd, wê çanda pirrengî biparêzin. Ji bo wê em dibêjin êdî dema pêşengtiya gelan derkeve holê.
Di rewşa niha ya Rojhilata Navîn de, li ser rola jinan çi dikare were gotin?
Di Rojhilata Navîn de di hemû êrişan de jin û zarok dibin qurbanî, bi taybetî jin dibin qurbanî. Welat dema tên dagirkirin, jin du carî tên dagirkirin. Hem wek welat tê dagirkirin, hem wek rêgez tê dagirkirin, êrişên destdirêjî, çanda tecawizê bi rêya hêzên ku li Rojhilata Navîn de ava dikin, pêş dixin. Bi taybetî piştî 2010’an tê dîtin ku li Rojhilata Navîn de jin bi çi komkujiyan re rû birû dimînin. Ji ber vê yên ku niha bikarin di Rojhilata Navîn de pêşengtiyê bikin jinin. Jin dikare têkoşîna xwe bihêz bike û civakê bide pişta xwe. Ev hêza jinê heye, tiştek jin winda bike nîne. Hemû têkoşîna xwe ji bo azadiyê dayne meydanê û bandorek mezin li ser civakê çêke. Ev yek di pêvajoya Jin Jiyan Azadî de diyar bû. Pêvajoya Jin Jiyan Azadî di rastî de di asta ronesansek nû ya li Rojhilata Navîn bû. Ji ber wê di yek rojê de dirûşmek efsûnewî li Rojhilatê Kurdistan hemû Îranê girt nava xwe, piştre Rojhilata Navîn û piştre jî cîhanê girt nava xwe û bû dirûşmek cîhanî.
Ji berku pêwîstiya Rojhilata Navîn bi manîfestoyek wek Jin Jiyan Azadî heye. Sê peyvên esasîne ku her tiştî digre nava xwe de. Li welatekî wek Îranê ku herî zêde zextan li ser jinan dike, di şexsê jinan de dixwaze civakê bêdeng bike, lê di pêşengtiya jinan de li Rojhilata Navîn û Îranê serhildanê destpêkir. Pêwîste ev şoreş carek din zindî bibe. Şoreş berdewame, ji ber şoreşek felsefî, şoreşek siyasî, civakî û çandiye. Ev şoreş di hişmendiya gel de berdewame. Ji berku guhertinek mezin di hişmendiya xelk de çêkir. Dirûşmek wek Jin Jiyan Azadî di nava welatekî desthilata mêrsalar wek Îranê de bilind bû û cîhanî bû. Dirûşma Jin Jiyan Azadî hemu taboyên netewperestî, olperest, zayendperestî şikand. Di esas de ew felsefe dikare Rojhilata Navîn rizgar bike. Rojhilatê Kurdistanê hertim wek çavkaniya şoreşê ye, çavkaniya hêzê ye di giştî Kurdistanê de. Rola Rojhilatê Kurdistanê di nav şoreşên Kurdistanê de diyarkere. Taybet piştî salên 1957’an êdî berdewam ev potansiyel li Rojhilatê Kurdistanê heye. Bi serhildanên Jin Jiyan azadî re diyar bû ku Rojhilatê Kurdistanê ji bo şoreşê hertim amadeye. Ji bo wê li Rojhilat jin ti demê serê xwe li ber zilma Îranê nadaynin, şer dikin. Niha di zindanên Îranê de jin pêşengtiyê dikin. Jinên Kurd yên wek Werîşe Muradî, Zeyneb Celaliyan û Pexşan Ezîzî hene sizayên darvekirinê li serin, lê têkoşîna xwe di asta herî jor de berdewam dikin. Tirsa rejîma Îranê ya herî mezin jine.
Du xalên lewaz yên Îranê hene, yek Kurdin yek jinin, ev her du xal dikarin rejîmê serûbin bikin. Mijara jinê dikare rejîma Îranê birûxîne. Mijara jinê mijarek hesase. Lê temaşe kin niha Îsraîl li Îranê dide, hîna jî desthilat peyamên ji bo xwepêçana jinan belav dike, çi li xwe bikin, çawan rabin û runin ji jinan re dibêje. Yanî destwerdanek zêde li ser jinan heye. Tirsa wê hemû ewe ku carek din bi pêşengtiya jinan serhildan çêbe. Di heman demî de tirsa wê ji Kurdistanê heye. Niha rejîmê bi artêşê Kurdistanê milîtarîze kiriye. Sinorên Kurdistanê milîtarîze kiriye. Tirsa wê hemû ewe ku ev potansiyela esasî ya şoreşê neteqe. Em dikarin bêjin pêvajoyek nû dikare bibe pêvajoyek Jin Jiyan Azadî ya hemû gelên Îranê xwe birêxistin bikin û pêşengtiyê ji Rojhilata Navîn re bikin.
Gelo têkiliya PJAK’ê bi welatên biyanî re heye? Yan jî ti welatekî bi PJAK’ê re diyalog pêşxistiye û jê xwestiye ku beşdarî vê pêvajoyê bibe?
Di rastiyê de êdî her kes rastiya Kurdan li berçav dibînin. Di Rojhilata Navîn de yên dikarin guhertinê bikin Kurdin. Di hemû beşên Kurdistanê de bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman şêwaze. Ji berku take hêza ku li Rojhilatê Kurdistanê xwedî alternatîfe, xwedî hêza rêxistiniye, parastin û siyasiye, PJAK’e. Dibînin ku PJAK amadeye pêşengtiyê ji gelê xwe re bike. Hemû hêzên derve de jî vê rastiyê baş dizanin ku êdî wê wek salên berê nikaribin çawan bixwazin guhertinan bikin. Li welat û rejîmên ku berbi ruxandinê ve diçin. Dixwazin di pêşerojê de ger tiştek çêbe tenê hêzekî ku dikare pêşengtiyê bike bikarin bi wan re dinava danûstandinan de bin. Em ji bo vê yekê jî amadene, me hertim gotiye, her hêzek ji bo berjewendiya gel û têkoşîna wan ji bo hêza gelan be, her hêzek were em dikarin danûstandin pêre bikin. Lê heta niha rasterast daxwazek bi vî rengî çênebûye.
Heya niha DYA û Îsraîlê raste rast xwestiye bi we re bikeve nava diyalogê?
Na heya niha daxwazek hevdîtinê ya bivî awayî nehatiye kirin.
Em bêjin ku rejîm li Rojhilatê Kurdistanê hilweşiya. Gelo dibe ku hin hêzên provokatîf, wekî li Rojava, bikevin nava liv û tevgerê?
Belê heman senaryo heye, ji ber hêzên hegemon dixwazin hêzên alternatîf avakin. PJAK hêzek serbixweye, hêzeke ku pişta xwe dide gele, hêzekî ku fikir û felsefa wê nû ye. Ji bo wê çawan wek Rojavayê Kurdistanê pir xwestin hêzên li dijî tevgera azdiyê bikarbînin û gelê Kurd nebin yek nakokî çêkirin, li Rojhilatê Kurdistanê jî heye. Li Rojhilatê Kurdistanê muxalefetek zêde heye, destwerdanek zêde heye. Bi taybet hin kes hene dixwazin yekitiya partiyên Kurdî li Rojhilat çênebe. Dixwazin modela li Başûr li Rojhilat jî hebe. Ew modela li Başûr ku bi salane di warê partiyan de çi destkeftî li gel xwe anî, dixwazin heman model li Rojhilat jî çêkin. Ji ber li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê pir netew hene, Tirkên Azerî hene, netewên cuda cuda hene, gelê Asurî, Ermenî hene. Dixwazin di nava gelan de parçebûnê çêkin. Bi taybetî dixwazin li deverên ku gelê Kurd û gelê Azerî bi hevre jiyan dikin de dixwazin nakokiyan derxin.
Destê Tirkiye rasterast di vê yekê de heye. Tirsek mezin ya Tirkiye heye daku gelê Kurd li Rojhilat nebe xwedî statû. Nakokiyan di nava Kurdan û Azeriyan de çêdikin. Panturkizmê li Îranê de pêşdixin. Panturkizmên ku girêdayî Tirkiye ne dixwazin berdewam nakokiyên gelan hebin. Bi taybet li Urmiye û derdora wê vê yekê pêş dixin. Dixwazin hevgirtina gelan belav bikin. Wekî din muxalefetên ku xwedî hişmendiyek klasîk hene li Îranê. Ji bona wê xeterî heye, lê em xwedi wê amadekariyê ne ku niha asta hişyariyê ya gelê me bilinde. Gel dizanin ku wê kîjan hêz bikare pêşengtî bike. Li milek de metirsi hene ku di pêşerojê de hinek hêz hebin bixwazin li Rojhilat mudaxele bikin heye. Li aliyê din jî hêzek xwedî potansiyel jî heye.
Ji bo çi ji her kesê zêdetir, çavê her kesê li ser PJAK’ê ye?
Li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde çav li ser PJAK’ê ye, ji ber ku hem felsefe û îdeolojiya PJAK’ê dizanin ji bo çi xizmetê dike. Di heman demê de dizanin ku wek tevgera Apoyî ku li beşên din yên Kurdistanê çi destkeftî bidestxistin. Ji bo mînak, li Rojavayê Kurdistan îlhameke ji bo Rojhilatê Kurdistanê, mînakeke ji bo Rojhilatê Kurdistanê. Ji bona wê hemû gelên Îranê çavên wan li ser xebata PJAK’ê û tevgera Apoyî ye. Em jî li gor vê yekê amadekariyên xwe dikin ku gelê me di asta hişyariyê de bizane ku kîjan hêz pêşengtiyê dike, kîjan hêzeke ku xwedî felsefeyeke xwedî felsefeyek azadî ku li ser azadiya jin, azadiya ekoloji, netewa demokratîk evane xeta sêyem temsîl dike û PJAK vê xetê temsîl dike.
Ev hişyarî di nava gel de heye, lê hin hêz hene ku dixwazin hêzên wek hêzên çete li Rojhilat avakin. Niha li Başûr jî hin hêz hene dixwazin ku bi salan van hêzan avakin. Pêwîste niha û şunde her kes xeta xwe bizane. Berê li Rojhilatê Kurdistanê hinek hêz nexwestin yekitî çêbibe. Lê niha pêwîste her kes xeta xwe bizane. Li Rojhilatê Kurdistanê destûr bi xeta klasîk, xeta netewperest, xeta ku parçekirina gelan hedef digre, nadit. Hemû gelên Rojhlat dixwazin bizanin ku kîjan pêşengtiyê dike. Ji ber wê em ji niha de dixwazin di nava partî û aliyên siyasî de yekgirtinek çêbe daku em pêşî li van xeteriyan bigrin.
We gelek caran behsa hêzên li Rojhilatê Kurdistanê kir, gelo ti têkiliya PJAK’ê bi hêzên din ên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê re heye? PJAK ji bo pêşxistina yekitiyê ti destpêşxeriyek girtiye ser xwe?
PJAK hertim pêşengtî ji vê re kiriye, di sala 2017-2018’an de me deklarsyon da. Wek PJAK me pêşbîniya vê rewşa niha dikir, yanî rewşa Îranê ber bi kuve diçe, gelên Îranê xwe çawan xwe birêxistin dikin. Di sala 2018’an de deklarsyona ku me ji bo yekitiya partiyên Kurdî da, li ser wê hevdîtin, kom civîn çêbûn. Me hertim pêşengtî ji vê yekê re kir. Lê hin hêzên din ti demê amade nebûn ji bo tiştên wisan. Ji ber ku ne xwedî wê îradeyê bûn ku bi xwe biryar bidin. Pir caran xwestin hevgirtin çêbin, lê hêzên din destwerdan li ser van hêzên Rojhilat dikirin. Armanca wan ewebû ku hertim parçebûn hebe. Niha êdî herkes vê rastiyê dibîne ku pêwîstî bi hevgirtinekê heye, çi di warê stratejiya siyasî ya hevbeş de hebe, di warê parastinê de divê sîstemek me ya hevbeş hebe ku hêzeke parastinê ku di xizmeta gel de be, ne di xizmeta partiyan de be. Niha ev merhele vê yekê dixwaze, niha jî em pêşengtiyê ji vê yekê re dikin, ji berku em pêwîstî pê dibînin, pêwîstî bi hevgirtinek ya partiyên Kurdî heye. Eger hevgirtin di nava partiyên Kurd yên Rojhilat de hebe, wê bikare pêşî li kes û aliyên ku dixwazin ji derve de destwerdanê li ser Kurdan bikin, bigre. Gelê Kurd jî vê çendê dixwaze, bi salane gelê Kurd dixwazin partiyên Kurd li Rojhilat hevdû bigrin. Niha jî hevdîtin hene, dixwazin hevgirtin çêbe.
Em niha pêwîst dibînin ku civînên me hebin, konferansên me yên netewî li ser asta Rojhilatê Kurdistanê hebin. Amadekariyên me ji bo vê çendê hene. Lê hewldan kêmin û têrker nîne. Em dixwazin danûstandinên me bihêz bibin, hevdîtinên me li ser asta stratejîk pêkwerin, ne li ser asta taktîkê pêkwerin. Ji ber ku ev stratejiya me ye em ji bo gelê Kurd diyar dikin.
Hinek îdia hene ku PJAK her tim dixwaze bibe hêzek navendî. Ji ber vê yekê tê gotin ku xwesteka wan ya hêzê heye, ne yekîtî. Hun dixwazin li ser vê yekê çi bêjin?
PJAK ti demê xwe serdest nedîtiye ji berku armancek me heye û em ne li ser wê paradîgmayê ne. Paradîgma PJAK’ê li ser xeta sêyeme, xeta sêyem jî xeta gele. Xeta gel jî li ser asasê azadiya jinê ye. Ji bo wê paradîgma me diyare, paradîgma me Netewa Demokratîke, paradîgma PJAK’ê azadiya jinê, ekolojî û pêşengtiya gele. PJAK hertim ji diyalogên ku di xizmeta gelên Rojhilatê Kurdistanê de ne, amadeye. Mixabin gelek hêz hene gelek caran gotine ku ji ber PJAK dixwaze serdest be em nikarin hevdîtin bikin. Tiştek wisan nîne, bila werin bibînin tiştek me ya wisan nîne. Bila gel bi xwe biryara wê çendê bide ka kî heye, kî dikare pêşengtî bike. Gel di wê astê de ye ku bizane li Rojhilatê Kurdistanê kî çi kar dike. Me bi berdewam li ser hevgirtinê israr kiriye, li ser pêşengtiya gel israr kiriye, pir hêz hene bi van behaneyan nehatine. Ev tişt dûrî rastiyanin. Kengî ev hêz hatine me xwe serdest dîtiye? Tiştek wisan nîne. Lê tiştek wisan heye, dema dibînin PJAK di nava gel de xwedî hêzek esasîne, xwedî fikrek esasiye, pir hêz hene ji vê yekê nerazîne. Dibêjin em berî PJAK’ê 50 salan hebûn. Ê 50 sal di wan 50 salan de man, tu niha çiyî? Encama 50 salan diyare, ji bo wê em dikarin bêjin ku tiştek wisan dûrî rastiyê ye, PJAK xwe wek hêza gel dibîne, pişta xwe dide gelê xwe. Li ser esasê berjewendiyên gel dimeşe. Yên ku nayên jî PJAK ji xwere wek astengî nabîne û li Rojhilat de xebata xwe berdewam dike.
Gelo PJAK’ê di vê demê de hewl da ku mudaxeleyî Rojhilatê Kurdistanê bike? Divê mijarê de qet amadekariyên we hene?
Wek PJAK em di vê pêvajoyê de xwe di her alî de, çi di aliyê rêxistinî, çi di aliyê siyasî bi taybetî jî em çawan dikarin gelê xwe biparêzin amade dikîn. Destwerdanek çawa dikare bibe ku dema xeterî li ser gelê me çêbe. Niha gelê Rojhilatê Kurdistanê di nav destên rejîma Îranê de milîtarîze bûye, ev rastiyeke. Rejîma Îranê hertim gelê Rojhilat bi darvekirin, komkujî, birsêtî û bêkarî de hiştiye. PJAK hertim xebata xwe li ser vî esasî daye meşandin. Hem di asta agahiya gel, hem jî li kuderê pêwîst bike gelê xwe biparêze. Her xeteriyek çi di aliyê rejîmê, çi jî di aliyê destwerdana li ser Îranê çêdibe de li ser gelê me çêbe, em ji bo parastina gelê xwe amadene. Bi taybetî em dibêjin gelê Rojhilat û giştî gelê Rojhilata Navîn parastina cewherî tiştekî nebe nabeye. Pêwîste niha hemû hêz xwedî hêza xwe ya parastina cewherî hebin û bikarin xwe biparêzin. Em jî niha hêzekin ku xwe ji bo vê yekê amade dikin. Raste em dibêjin şer pirsgirêkan çareser nake. Bi salan bû PJAK’ê bi deklarsyonên ku me pêşkêşkir, me xwest rêyên diyalogê bên vekirin, bi rêyên pirsgirêkên siyasî pirsgirêkên gel çareser bibin. Lê heta niha rejîmê ti guhertinek çênekir. Ji bona wê jî em dibêjin em di her egerekê de amadene li Rojhilatê Kurdistanê gelê xwe biparêzîn. Êdî di rewşekî ku gel rabe û em li gel wan nebin, tiştek wisan nîne. Pêwîste gelê me jî vê yekê baş bizane û em di hemû alî de bi gelê xwere ne û di her alî de amadekariyên me ji bo vê çendê hene.
Di daxuyaniya ku we piştî 13 Hezîranê weşand de, we behsa demokratîkkirina Îranê kir. Dibe ku hin kes bipirsin, ‘Çi eleqeya me bi demokratîkbûna Îranê û biratiya gelan re heye?’ Hun girêdana di navbera demokratîkkirina herêman û azadiya Kurd û Kurdistanê de çawa rave dikin?
Baweriya me hertim bi Îranek demokratîk heye. Ji ber ku li Îranê ne tenê gelê Kurd hene, gelê Belûc, gelê Ereb, Maxzenî, Tirkên Azerî, Fars hene. Yanî Çandek gelek dewlemend heye. Ev çand nikarin di jêr mezheba Şia tî de, di jêr desthilata Şia tî de bimeşe. Tek netew, tek dewlet, tek al li Îranê tenê dibe faşîzmek ku li ser gelan tê ferzkirin. Ji bo wê me hertim di Îranek demokratîk de israr kir. Heta me got ku Îranek demokratîk dikare bibe çareseriyek bingehîn. Ji bona wê divê pirsgirêkên gelan di warê hiquqî û siyasî de bê çareserkirin. Lê heta niha rejîmê ti gavek neavêtiye, heta dawiyê di dîkdatoriya xwe de israr kir. Ji ber vê israra desthilatê hişt ku ev destwerdan li ser Îranê çêbe. Em niha jî bawerin û li ser wê felsefeyê têkoşîn dikin, Îran dikare demokratîk bibe, tenê demokratîk dikare hemû mafên gelan çareser bike. A niha jî rejîm biruxe jî ne rûxejî pêwîstî bi Îranek demokratîk heye. Pêwîstiya Îranek demokratîk jiyana hemû gelan bi hevreye. Em Kurdbûna xwe înkar nakin, her kes vê dizane ku rastiya me Kurdbûna me ye. Êdî kes nikare Kurbûna me înkar bike, her kes êdî neçare hebûna Kurdan nas bike. Êdî Kurd ji bo ti kesên din şer nakin, nabin leşkerên din, nakevin di dereceya duyem de. Kurd êdî Kurdbûna xwe diparêze. Em bi wê bawerin ku azadiya Kurdan a di Rojhilatê Kurdistanê de wê bikare azadiya Belûç, Ereb û gelên din jî bi xwere bîne. Gelên din jî ji vê çendê bawerin. Ji ber wê jin jiyan azadî hembêz kirin. Jin jiyan azadî ne tenê ji bo gelê Kurd bû. Nasnameya hemû gelan, hebûna hemû gelan îfade dikir. Dirûşmeyek bû ku mafên hemû gelan, jinan, mafên hemû çandan têde hebûn. Ji ber vê niha çavên hemû gelan li ser Rojhilatê Kurdistanê ye. Em jî bi vê bawerin ku Rojhilatê Kurdistan dikare li Îranê pêşengtî ji siyaset û sîstemek demokratîk re bike.
Gelo têkiliya PJAK’ê bi beşên din yên Kurdistanê re heye, eger hebe di çi astê deye?
PJAK berdewam li ser rihê yekgirtî yê netewî li gel parçeyên din yên Kurdistanê, çi li Bakur, çi li Rojava û çi jî li Başûr hertim di nava peywendiyek baş de bûye. Em bi vê bawerin ku modela ku li beşên din yên Kurdistanê avabûye, dikare bibe îlhamek ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî. Ji bona wê em niha dibêjin ku Rojhilatê Kurdistanê di dema xwe de berdewam ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê li ser lingan bû. Çi di dema êrişên li ser Kobanê, çi di dema êrişa li ser Efrîn û Serêkaniyê de hertim li ser lingan bû, ji berku hebûna Rojava wek hebûna xwe dîtin. Ew hişmendiya netewî di Rojhilatê Kurdistanê de çêbûye. Ez dikarim bêjim niha peywendiya me di astekî baş de ye. Em tecrûbeya ku li beşên din yên Kurdistanê çêbûne ji bo Rojhilat jî dikare bibe ezmûnek baş. Em dibêjin dema wê çendê ye ku beşên din yên Kurdistanê jî xwedî li Rojhilat derkevin. Ew ezmûna ku li Rojhilat çêbûye dikare bi modelek nû, bi siyasetek nû, bi felsefeyek nû dikare pêşengtiyê ji giştî Îranê re jî bike. Di her egerekê de pêwîste beşên din yên Kurdistanê jî ji Rojhilat re amadebin û bikarin piştgiriya Rojhilat bikin. Gelê Rojhilat jî li benda vê çendê ye, gelê Rojhilat di dema serhildanên ji bo Rojava û beşên din yên Kurdistanê de gelek berdêl dane. Hertim vê helwesta xwe parastiye, bi taybetî wek tevgera Apoyî, ji berku Rojhilatê Kurdistanê xwe bi tevgera Apoyî digre. Bi tevgera Apoyî Rojhilatê Kurdistanê zindî bû, zihniyeta netewperestî derbaskir, bû xwedî alternatîfek demokratîk. Ji bona wê berdewam çavên Rojhilatê Kurdistanê li beşên din yên Kurdistanê ye. Em bawer dikin ku wê di her egerekê de beşên din yên Kurdistanê piştgiriya gelê Rojhilat bike.
Di destwerdana Rojhilatê Kurdistanê de, PJAK wê ji kê piştgiriyê bixwaze?
PJAK daxwaza piştgiriyê ji hêzên demokratîk, azadîxwaz, hêzên hertim ji bo gelan şerkirine dike. Çi di asta netewî çi jî di asta navnetewî de. Em bi wê bawerin ku pêwîste di hemû pêvajoyên ku gel şoreş dikin, serhildan dikin, pêwîste hemû hêzên demokratîk piştgiriya gel bikin. Ji bo mînak, di dema serhildana jin jiyan azadî de ta astekê derket, lê lewaz ma. Niha di her egerekê de em ji bo wê amadene ku daxwazê ji hêzên demokratîk bikin ku zêdetir piştgiriya gel bikin. Pêwîste hêzên navnetewî jî helwesta xwe diyar bikin, ka li gel gelin yan jî li gel hêzên desthilatin. Ji berku bi salane li Rojhilata Navîn bi taybetî li Îranê tenê bi gotinî piştgiriya gel kirine, lê di pratîkê de hertim li gel rejîmê bûne. Hertim xwestine rejimek li gor xwe avakin. Derdê wan ne mafê gel, ne azadiya gelan bû. Lê niha wek PJAK di her egerekê de em hem em bi xwe amadene, hem jî deriyê me yê diyalogê ji herkesê re vekiriye daku em daxwaza berjewendiyên gelan ji hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz bikin. Di vê pêvajoyê de gelek hêz û kes hene serdana me dikin, bi taybetî hêzên demokratîk û kesayetên azadîxwaz, hem netewî hem navnetewî. Deriyê me hertim ji diyalogê re vekiriye û ji bo her egerekê amadene. Pêwîste ji niha de herkes xeta xwe diyar bike. Divê herkes bizane li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya gel dikare pêşengtiyek bihêz çêbe.
Di atmosfera niha ya Îranê de kî dikare bibe rizgarkerê gel? Yan jî çi dê gel xilas bike?
Tenê gelê Îranê bi xwe dikare çareseriyê ji xwere bibîne, ger gelê Îranê xwe bi xwe rêxistin neke, alternatîfên xwe bihêz neke, hevgirtina xwe bihêz neke, bi hêviya kesên din ve be nabe çareserî. Gelê Îranê di pêvajoya serhildana jin jiyan azadî de dît ku ger bi xwe rabe, herkes li gele. Ger nerabe kes li hewara wan nayê. Ji bona wê tenê çareserî ewe ku hemû gelên Îranê ligel hev rawestin, yekgirtîbin û piştgiriya hev bikin. Nabe li Kurdistanê gel rabe, li Belûçistanê bêdengî hebe, nabe li Belûçistanê gel rabe li Tehranê bêdengî hebe. Êdî ne dema wê ye ku hêzek rabe, hêzek din bêdeng bibe. Ji bona wê tenê gelê Îranê dikarin çareseriyê ji xwere bibînin. Gelên Îranê yên azadîxwaz divê ji vê çendê bawer bin ku dema rabûn û xwedî li îradeya xwe derketin, wê tevayî gelên cîhanê jî piştgiriya wan bikin. Lê ger nerabin wê ti kes piştgiriya wan nekin. Niha destwerdanek rasterast li ser Îranê çêdibe, lê tirsa gel heye, çima tirsa gel heye? Ji berku dizane hêza ku êriş dike jî alternatifek wê ji bo gel nîne, destwerdanê li rejîmê dike, di heman demê de rejîm lewaz dibe, divê gel vê rastiyê bibîne. Rejîmek ku xwe li ser supayê pasdaran ku wek supayek ku gel di komkujiyan re derbaskiriye, digre. Supayê Pasdaran niha rastî êrişan tê û rojane berpirsên wê yên payebilind tên kuştin. Bombeyên nûkleerî ku rejîm dibêje ezê xwe pê biparêzim ew hemû berhemê gelane ji bo wê diçe. Tiştek ji bo gel nekiriye. Raste di vê pêvajoya niha de gel ne li gel êrişên derve de ye, lê di heman demê de gel rejima heyî jî qebûl nake. Rejim jî vê yekê baş dizane. Ji bona wê di dema lewazbûna rejimê de pêwîste gelên Îranê xwe baş birêxistin bikin.
Tê zanîn ku agirbestek PJAK ya bi Îranê re heye, eger gelê Îranê ji PJAK’ê daxwaza destwerdanê bike, gelo PJAK wê vê agirbestê xirab bike?
Îranê gelek caran hem bi darvekirinên li ser hevalên me, hem jî di êrişên li ser hevalên me de agirbesta heyî şikandiye. Me hertim israr kir ku hem pirsgirêkên gelê Kurd hem yên gelên Îranê bi rêyên din werin çareserkirin. Ji bona wê niha çavên hemû gelên Îranê li ser PJAK’ê ye. Divê pêvajoyê de herkes mereq dike PJAK wê çi helwest hebe, wê çi alternatîf hebe. Mudaxeleya PJAK’ê hingê çêdibe dema zanî ku wê gel bikare alternatîfa xwe bi xwe avabike, dikare bibe hêza çareserî. Amadekariyên hemû gelan heye. Ji bona wê PJAK li ser esasê ku kengê gel amadebe û daxwaz bike, PJAK ji bo vê çendê amadeye. Wê ne destwerdanek li derve de bike, PJAK gel wek pêşeng dibîne. Ger gel rabû û daxwaza mafên xwe kir, PJAK li gel hemû gelên Îranê ye. Daxwaza me ji gelên Îranê eve, bila gelên Îranê daxwazên mafên xwe bike, xeta sêyem ji mere giringe, bila xeta sêyem hilbijêrin û li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî berdewam bibe, wê PJAK li gel hemû gelên Îranê be.
Herî dawî banga PJAK’ê ya ji bo raya giştîya Kurd û hêzên Kurd çiye?
Em ji niha de dibêjin cudahiyên me çi dibin bila bibin, dibe di aliyê îdeolojî û paradîgmayê de jî cudahiyên me hebin. Banga me ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê ewe ku her ferdek, çi li mal, çi li kolanan û hemû qadên jiyanê xwe birêxistin bikin. Xwebirêxistinî jî bi hevgirtinê çêdibe, hevgirtin jî li ser fikrek hevbeş û xalek stratejîk çêdibe. Li ser xalekî ku dikare xizmeta gelan bike, di wê demê de dikare rêxistinkirî û hevgirtî be. Ji bo wê em dibêjin niha pêvajoyekî gelek hestiyare, pêvajoyek dîrokiye, pêvajoyeke dikare çarenûsa gelê me diyar bike. Ev pêvajo ger gelê Kurd û gelên din xwe birêxistin nekin wê vê pêvajoyê winda bikin. Wê carek din hêzên hegemon û rejîm bihêz bibin û gel bi çewisînin. Ji bona wê daxwaza me ewe ku gel yekgirtina xwe di hemû qadên jiyanê de çêke. Pêwîste bizane çawan xwe biparêzin, divê bizanin ku wê çawan komîteyên xwe yên parastin û tendirustiyê avakin. Divê siyaseta xwe diyarkin, li gel kê ye, çi alternatîfa wê heye. Pêwîste gel 24 saetan di nava têkoşîn û xwe amade bike. Ev pêvajo wê gelek dirêj nebe. Wê ev şer dirêjbe, şerê esasî jî hingê ye dema gel sîstema xwe didayne, gel sîstema xwe avadike. Pêwîste li Rojhilatê Kurdistanê gel bi xwe xwe rêve bibe, sîstema xwe ya demokratîk avabike. Ji bo wê pêwîste hemû komîte û komînên xwe avakin û zemîn jêre amadeke. Daxwaza me ewe ku gel xwe amade bike û bizane em jî di nava amadekariyê de ne û di her alî de li gel gelê xwe de ne. Emê bi hevre bikarin vê pêvajoyê berbi serkeftinê ve bibin, ji bo vê jî pêwîstî bi gelê rêxistinkirî heye.
Bangewaziya me ji bo yekitiya gelê Kurd ewe ku hemû hêz û aliyên siyasî li gel hev kombibin, bi fikrek hevbeş bikarin biryar bidin. Pêwîste zû tevbigerîn ji berku dem kême, wekî ku dibêjin ‘îro zûye, sibe jî derenge’. Ji bo wê jî di demek zû de pêwîstî bi hevgirtinek bihêz a partiyên siyasî, rêxistinên siyasî û civakî heye. Ev dikare bandorek mezin li ser Rojhilatê Kurdistanê çêbike. Em bawerin ev hevgirtin dikare pêşengtî ji pêvajoya nû re bike, ji bo giştî gelên Îranê, gelên Îranê jî dikare bibe pêşeng ji bo Rojhilatek Navîn ya demokratîk.