AGIRÎ - Ji bo endamê HPG’ê Bariş Ozden hat xwestin li gundê Taşkesanê yê navçeya Giyadînê şîn were danîn lê leşkeran asteng kir. Malbatê, diyar kir ku astengkirina şîna wan her wiha jidilbûna dewletê ya ji pêvajoya aştiyê jî nîşan dide.
Ji bo endamê HPG’ê Bariş Ozden ê hatibû ragihandin di sala 2018’an de jiyana xwe ji dest daye, li gundê Taşkesanê yê navçeya Giyadîn a Agiriyê şîn hate danîn. Leşkeran nehiştin şîn li mala şînê were danîn. Li ser vê yekê malbatê şîn, li mala xwe danî.
Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Agiriyê û navçeyên wê bi girseyî çûn serdana şînê. Malbata Ozden di şînê de bertek nîşanî astenkirinê da û got li rexekî qala aştiyê tê kirin li rexa din jî destûra şînê nayê dayin û ev jî jidilbûna dewletê nîşan dide.