STENBOL - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku jin di têkoşîna aştiyê bi hev re ne û banga Abdullah Ocalan modêleke aştiya mayinde pêşkeş dike.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û xebatên tên kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Halîde Turkoglû, diyar kir ku tevgerên jinan ên Kurdistan û Tirkiyeyê li ser zemîna têkoşîna aştiyê xwedî perspektîfeke hevpar in û ji bo wekhevî û demokrasiyê têdikoşin.
TECRÛBEYÊN JINAN ÊN TÊKOŞÎNÊ
Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku Şerê 3’yemîn ê Cîhanê di heman demê de şerekî li dijî jina ye û got: “Divê qadên têkoşîna hevpar bên zêdekirin. Dema em li Tirkiyeyê li tecrûbeyên berê jî dinêrin, ji hêla jinan ve rojeva sereke têkoşîna aştiyê ye. Di demên berê de Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê hatibû avakirin. Di pêvajoya 2013-2015’an de Meclisa Azadiyê ya jinan tev li pêvajoya muzakereyan bûbû ku ev gelek biqîmet e. Niha jî Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye hewl dide ji hêla civakî ve eniya jinan jî rêxistin bike da ku jin di pêvajoyê de cih bigire, di avakirina civaka demokratîk de rol li xwe bigire û rê û rêbazên vê amade bike.”
Bi domdarî Halîde Turkoglû, da zanîn ku weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji roja banga di çarçoveya siyaset demokratîk de heta niha bi partiyên siyasî, platformên jinan, feminîst, bawerî û nasnameyên cuda re civiyane û dê ev xebatên wan bidomin. Halîde Turkoglû, got ku di hevdîtinan de jinan fikarên xwe anîne ziman, baweriya wan bi AKP’ê nayê û hatiye destnîşankirin ku hêza esasî têkoşîna rêxistinkirî ya jin û civakê ye. Halîde Turkoglû, got: “Dewlet û îktîdar aştiyê nayînin. Ew li ser bekaya xwe planan çêdikin. Îro divê were nîqaşkirin ka aştiya civakî dikare çawa bê avakirin, têkoşîna civakî çawa were mezinkirin û mercên pêkvejiyanê çawa bê avakirin.
Halîde Turkoglû, bi lêv kir ku demekî dirêj e avakirina civaka demokratîk tê birêxistinkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Rojava bû modêlek. Li Bakur hinek rêbaz êdî bûn pergalek. Li Rojhilata ‘jin, jiyan, azadî’ aj dide. Ji Rojhilata Navîn heta Efxanistan û Efrîqaya Bakur di gelek adan de têkoşîna jinan derfetên jiyaneke wekhev û azad afirand. Pergala kapîtalîst a serdest, aqilê netewe dewletê şer gur kir lê ew bi xwe jî di nava vê krîzê de hat ber têkçûnê. Li dijî vê rewşê rêya rizgariyê, têkoşîna hevpar a jin û gela ye. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gelek girîng e û ev têkoşîna demokratîk a li dora wê teşe digire, modêleke aştiyeke mayinde pêşkeş dike. Di van demên dîrokî de divê em bên gel hev, xwe bêhtir birêxistin bikin. Divê civak bibe kirdeya vê pêvajoyê.”
MA / Yeşîm Tukel