NAVENDA NÛÇEYAN - Banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî 26 salan cara ewil hate weşandin, di çapemeniya cîhanê de deng veda.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî 26 salan cara ewil ji Girtîgeha Îmraliyê bangekî bidîmen kir. Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de deng veda.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê, diyar kir ku Abdullah Ocalan banga derbasbûna ber bi siyaseta demokratîk ve kiriye. Di nûçeyê de biryara kongreya PKK’ê weke “kêliyeke dîrokî” hate nirxandin û bal kişand ser pêşniyara Abdullah Ocalan a ji bo avakirina komîsyoneke li Meclisê ku pêvajoya çekberdanê kontrol bike.
Weşangera cemaweriyê ya Fransayê Radio France Internationale (RFI) jî bi sernavê “Rêberê PKK’ê ragihand ku dê bêçekbûn bilez bikeve meriyetê” ragihand. Her wiha cih da van gotinên Abdullah Ocalan: “Ev wê bi dildarî bibe bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna qonaxa hiqûqî û siyaseta demokratîk. (...)Têkildarî berdana çekan wê rê û rêbaz bêne nîşandan û bi lezgînî werin pratîzekirin.”
BBC’yê jî di nûçeya xwe de gotinên Abdullah Ocalan ên “Çareseriya bêçek” û “derbasbûna qonaxa siyaseta demokratîk” derxist pêş. Di nûçeyê de hate gotin ku rayedarên payebilind ên rêxistinê jî piştgirî dane bangê, ji Ewropayê şîroveyên erênî hatine parvekirin lê heta niha jî Enqereyê bersiveke fermî nedaye.
The Independentê jî bal kişand ser gotina Ocalan a ji bo avakirina komîsyona li Meclisê û cih da van gotinên Ocalan: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.”
Platforma nûçe û analîzan Devdiscourse jî di nûçeya bi sernavê “Ocalan banga veguherîna demokratîk kir, têkoşîna çekdarî ya PKK’ê bi dawî bû” weşand û di nûçeya xwe de bal kişand ser pêşniyara têkildarî avakirina komîsyona li Meclisê.
Euronews’ê jî di nûçeya xwe de got ku tevgera PKK’ê bi dawî bûye û pêvajoya bêçekbûnê dê di demekî herî nêz de dest pê bike.
The Jarusalem Post û The Strait Timesê jî di nûçeyên xwe de bal kişand ser têgeha Abdullah Ocalan a “derbasbûna qonaxa siyaseta demokratîk”.