MÊRDÎN - Ji bo du xwişkên ku li Mêrdînê li heman malê mirî hatibûn dîtin, dozgerê taybet hat peywirdarkirin. Hat îdiakirin ku zînetên jinan ne li cihê xwe bûne û xizmên wan xwestin bûyer bê ronîkirin.
LI Taxa Teker a navçeya Artûklû ya Mêrdînê di 21'ê Tebaxê de Leyla Işiktaş (60) û xwişka wê Mûatter Işiktaş (65) li malê mirî hatin dîtin. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenazeyên her du xwişkan ji aliyê tîmên tenduristiyê ve sewqî Saziya Tiba Edlî ya Amedê hatin irin. Piştî otopsiyê cenazeyên her du xwişkan radestî malbata wan hat kirin û li goristana Şêx Salih a li navçeya Artûklûyê hatin definkirin. Mirina her du jinan di qeydên midûriyeta polîsan de wekî "mirina biguman" hat tomarkirin, lê hê jî nehatiye zelalkirin ku bûyer çawa çêbûye.
HÊ RAPORA PÊŞLÊKOLÎNÊ NEHATIYE DAYÎN
Tê gotin ku dibe ku bûyer cinayet be. Li gor agahiyên bi dest ketin; gava li malê hatine dîtin, yek li ser piştê li ser dîwanê û yek jî li ber derî li ser dev dirêjkirî bûye. Hat hînkirin ku gava her du jin hatine dîtin laşê wan werimî bûye û ji ber vê ji aliyê mîdeyê ve teqeiyaye û hin lebatên wan li derve bûne. Piştî karen otopsiyê tenê belgeya mirinê hatiye dayîn. Lê rapora pêşlêkolînê hê nehatiye dayîn.
DOZGERÊ TAYBET HAT PEYWIRDARKIRIN
Hat hînkirin ku Wezareta Dadê ji bo lêkolînkirina bûyerê, dozgerekî taybet peywirdar kiriye û piştî lêkolîneke berfireh dê rêyeke esas bê girtin. Her wiha hat îdiakirin ku roja bûyerê zînetên her du jinan ne li cihên xwe bûne.
‘ME NIZANIBÛ LI MALÊ NE'
Cîranên her du jinan jî diyar kirin ku têkildarî bûyerê bi tiştekî nizanin û gotin ku her du jin bêzirar bûne. Cîranan bilêv kir ku mirina her du jinan ew matmayî kirine û gotin: "Tu pirsgirêkeke wan bi kesî re tüne bû. Gelo bi awayekî asayî mirine an hatine kuştin em nizanin. Carinan diçûn cem xizmên xwe. Nexweş jî bûn. Carinan ji bo dermankirinê bi hev re diçûn nexweşxaneyê. Lê cara ewil e me demeke dirêj wan nedîtibû. Mirina wan qet nehat bîra me. Me digot qey çûne cem xizmên xwe yan jî nexweşxaneyê. Me nizanibû li malê ne."
Xizmê her du jinan Garîp Işiktaş, anî ziman ku her du xwişk berî bûyerê bi demekê çûne Stenbolê cem xizmên xwe. Işiktaş bilêv kir ku pê nehesiyane ku her du xwişk ji Stenbolê vegeriyane û got: "Car carinan me serdana wan dikir. Lê haya me jê çênebûye ku ji Stenbolê vegeriyane. Gava dihatin haya me pê dixistin. Wer xuya ye keys çênebûye. Dibêjin 10 roj, lê ez dibêm 5-6 roj berê jiyana xwe ji dest dane. Gava bêhn diçe cîranên wan haya me pê dixin. Gava em çûn malê em bi vê dîmenê re rû bi rû man. Em nizanin em ê bejin çi. Em naxwazin gunehê kesî bistînin. Lê mirina her duyan tu bikî nekî fikaran bi meriv re çêdike. Em dixwazin bûyer bê ronîkirin."
MA / Ahmet Kanbal