STENBOL – Malbata Mehmet Artak ê ku di bin çavan de hatibû windakirin, di nameya xwe ya ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê şandibû de, got: “Aştî ne bi bêdengiyê bi axaftina heqîqetê ve pêk tê.”
Dayikên Şemiyê, ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin da ku li eqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya 1065'emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê, ku li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin kom bûn, ji bo Mehmet Ertak, ku 33 sal in eqûbeta wî nayê zanîn, edalet xwestin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Masîde Orak ve hate xwendin. Masîdeyê dilyar kir ku Ertak (32) li mezra Rezuk a Şirnaxê dijiya û wiha bi lêv kir: “Ertak ê ku li kana komirê dixebitî berê 2 caran hatibû binçavkirin û piştî îşkenceyeke giran hatibû berdan. Ertan û 3 xizmên wî yên di heman cihê de dixebitîn di 18’ê Tebaxa 1992’yan de ji kar derdikevin ê diçin malê. Wesayîta ku lê siwar bûbûn, aliyê polîsên bi kincên fermî ve tên rawestandin. Piştî kontrola nasnameyê Mehmet Ertak ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û dibin Miduriyeta Emniyetê ya Şirnaxê. Li Emniyetê têkildarî binçavkirina wî zebitname tê nivisîn lêbelê Emniyet ji malbata wî re dibêje ku nehatiye binçavkirin. Bavê Mehmet Ertak Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide.”
ÎTIRAFA JÎTEMÊ
Masîde Ocakê destnîşan kir ku şahid hene ku Ertak hatiye binçavkirin û îşkence kirin û wiha pê de çû: “Bûyer bi pêşniyarpirsan ve ji bo rojeva Meclisê hate ragihandin. Lêbelê pirsa malbatê tevî şahid, belge û delîlan hate înkarkirin. Di sala 1997’an de endamê JÎTEM’ê Murat Îpke, di îtarên ji raya cemawerî re parvekir de got; ‘Me Mehmet Ertak, bi fermana Midurê Emniyeta Şirnexê Necatî Altuntaş û Midurê Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê Mehmet Kaplan kuşt û veşart.’ Herwiha got hemû kuştinên bi agahiya Waliyê OHAL’ê Unal Erkan ve hatine kirin.”
BANGA CIHBICIKIRINA BIRYARÊN DMME’YÊ
Masîde Ocakê, rave kir ku malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye û ev tişt got: “Lêbelê dema malabata Mehmet Ertak, xwe ji bo parastinê amade dikir, polîsan bi ser buroya parêzer Tahîr Elçî ve girt. Tahîr Elçiyê ku hate binaçvkirin hate îşkencekirin. Rexmê hemû gef û tundiyan malbatê serî DMME’yê da. DMME’yê biryar da ku delîlên berdest bê guman ispat dikin ku Mehmet Ertak hatiye binçavkirin û bi îşkenceyê hatiye kuştin û hikûmet ji mirina Mehmet Ertak berpirsiyar e rayedarên dewletê bûne sedema mirina wî. DMME’yê bi yekdengî Tirkiye bi binpêkirina mafê jiyanê yê Ertek mehkûm kir.”
NAMEYA MALBATA ERTAK
Pişt re xizmên winda Nazim Dîkbaş, nameya ku malbata Ertak ji bo çalakiyê şandibû xwen. Nameya malbata Ertak wiha ye: “Di 20’ê Tebaxa 1992’yan de ez li Şirnexê hatim binaçavkirin û careke din venegeriyam. Ne dadgeh û ne jî darizandinek pêk hat û ne jî gorek heye. Te bêdeng kirin bavo. Lê em bêdeng nebûn. Naveke din jî bi me re hebû: Tahîr Elçî. Parêzek bi wêrekî li doza te xwedî derket. Tahîr Elçî bêdeng kirin lewre ew neditirsiya. Gelek navên wek de div ê rê de tune hatin hesibandin. Aştî ne bi bêdengiyê bi axaftina heqîqetê ve pêk tê.”