WAN - Şînên ji bo endamên HPG’ê Agît Ertaş, Sezer Işik û Ferhat Oztan hatibûn danîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Ji bo endamên HPG’ê Agît Ertaş, Sezer Işik û Ferhat OZtan, şîn hatin danîn. Şînên endamên HPG’ê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) û bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi girseyî hatin ziyaretkirin. Ji bo Agît Ertaş (Kurtay Giravî) ku di sala 2017’an li Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest da, du roj berê li Taxa Cevdetpaşa ya navçeya Rêya Armûşê şîn hate danîn. Şîn, îro bi dayina mewlûdê re bi dawî bû.
Ji bo Sezer Işik (Kawa Serhed) li Erdîşê û ji bo Ferhat Oztan (Mervan Reşo) jî li navçeya Tûşbayê şîn hate danîn. Şîn, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê û bi tevlibûna rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bi girseyî hatin ziyaretkirin.