Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin

  • rojane
  • 16:03 24 Îlon 2025
  • |
img
ANKARA  - Nûnerê EKEAV’ê Tarik Çelenk di civîna komîsyonê ya li Meclisê de axivî û got: “Geşedanên li Kobanê û Hewlêrê, dê yekser bandorê li pêşeroja hundir û derve ya Tirkiyeyê bikin.” 
 
Di civîna 12’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de li saziyên fikrî û lêkolînê tê guhdarîkirin. Di civînê de Nûnerê Weqfa Çand, Perwerde û Lêkolînê ya Ekopolîtîk (EKEAV) Tarik Çelenk axivî. Çelenk, diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka navxweyî ya Tirkiyeyê ye lê di heman demê de pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Çelenk, bal kişand ser girîngiya polîtîkayên hevkariyê û hêza nerm û got: “Geşedanên li Kobanê û Hewlêrê, yekser bandorê li pêşeroja hundir û derve ya Tirkiyeyê dikin.” 
 
‘DÊ JI BO AŞTIYÊ SÛDEWER BE’
 
Çelenk, da zanîn ku têgehên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên weke “neteweya demokratîk, entegrasyona demokratîk û KCK” dikarin ji bo aştiyê sûdewer bin lêbelê divê aliyên Tirk û Kurd paradîgmayeke hevpar a li gorî van têgehan biafirînin. Çelenk, got: “Li gel têgehên Ocalan, divê têgehên ne dabeşkar, xizmetê ji aştiya Tirk û Kurdan re dikin bên afirandin. Ev valahî, divê bi xebateke cuda were dagirtin.” 
 
‘ÇARÇOVEYA ROJHILATA NAVÎN’ 
 
Bi domdarî Çelenk, anî ziman ku divê pirsgirêka Kurd di çarçoveya Rojhilata Navîn de were nirxandin û wiha pê de çû: “Di demeke Tirkiye pirsgirêka Kurd a navxweyî çareser dike de divê ji bo xizmên wan ên derve jî siyaseta hêza nerm bi kar bîne. Ev yek dê ewlehiya xwişk-birayên me yên Tirkmen jî bi xwe re bîne. Weke kesekî li her bihosta Îran, Iraq û Sûriyeyê geriyayî dibêjim; projeya yekitiya neteweyî, divê li Hewlêr, Silêmaniye û Kobanê şênber bibe.” Çelenk, got ku miletên li Tirkiyeyê pir di nav de çûne lê otorîterbûn û qelsbûna saziyan hêviya pêşerojeke balkêş nade. Çelenk, da zanîn ku Tirkên li Rojhilata Navîn li şûna netewe-dewletê, mîna YE’yê pergalên konfederal tercîh dikin û wiha pê de çû: “Ev jî dişibe teza konfederalîzma demokratîk. Rabûrdiya demokratîk a Tirkiyeyê dikare ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe deriyek. Ev yek dê ji utopyaya netewe-dewleteke Kurd bêhtir modeleke realîst be.”
 
'HEVRÛBÛNA DÎROKÎ Û DERSÊN REFORMÊ’ 
 
Çelenk, pêvajoya reforman a 200 salên Osmaniyan û Komarê weke pêvajoyê îbret pênase kir û got: “Reformên Ermen, Arnavut û Gavonan bi inyeteke baş dest pê kirin lê bi xwe re veqetîn û pevçûn anî. Damezirînerên Îttîhat Terakiyê yên Kurd, ji Balkanan heta Sakaryayê şer kirin. Lêbelê Îhsan Nûrî Paşa ê li Sakaryayê şer kirî, 6 sal piştre pêşengtiya serhildaneke Kurdan kir. Kesên wekî Halît Îbrahîm Beg, Yûsûf Ziya Beg ên di nava burokrasiya Osmaniyan de gihayîn jî tev li tevgerên neteweyî bûn. Rewşenbîrên Kurd beriya berê xwe bidin siyaseta dabeşkar, pirsa ‘gelo dewlet dê pirsgirêkê çawa bi hiqûqê çareser bike?’ kirin. Bersiva pirsa ‘çima wiha bû?’ mifteya aştiyê ya bêdawî ye.” 
 
REXNEYA ‘TIRKIYEYA BÊTEROR’
 
Di berdewamê de Çelenk destnîşan kir ku meyla heyî ne li ser têgehên “Pirsgirêka Kurd û demokrasiyê” ye lê piranî xwe dispêrinên têgeha “Tirkiyeye bêteror” û ev têgeh rexne kir. Çelenk, got: “Ev dibe ku rê li ber pêvajoyeke din a diqerisîne veke. Dibe ku çekberdana PKK’ê serkeftinên teknîkî bi xwe re bîne lê tesfiyeye siyasî û rewşên awarte dibe ku pirsgirêka ewlehiya sînor bi xwe re bîne. Di nava 20 salên dawî de gavên wêrek hatin avêtin. Lêbelê divê aliyên aîdiyeta hevpar bên xurtkirin û dewlemendiya çandî û curbicuriya etnîkî were pêşxistin.” 
 
PÊŞNIYAR 
 
Çelenk, got ku divê nexşerêya çareseriyê were zelalkirin û hêj di serî de xetên sor bên diyarkirin û ev tişt anî ziman: “Xwedûrxistina ji têgehên demokrasî û pirsgirêka Kurd, dê xetereyên li ser diyalogê zêde bike. Divê ji gel re bê vegotin ku heta bi aliyan re neyê axaftin dê pirsgirêk çareser nebe. Divê rêxistina civaka sivîl tev li pêvajoyê were kirin, qadên deşarjkirina hestiyarî bên vekirin, têkilî bi Kurdên li Îran, Iraq û Sûriyeyê re bên danîn û çîrokên hevpar bi drama û weşanan bên parvekirin. Li gel têgehên Ocalan, divê têgehên hevpar ên Tirk-Kurd ên xizmetê ji aştiyê re dikin bên afirandin. Divê sînorên cografîk bên rakirin. Hewceye gavê weke balafirên Amed-Erzirom, Amed-Silêmaniye bên avêtin.” 
 

Sernavên din

18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin
09:26 Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
09:25 DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin
09:23 Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
09:22 Li endamên META-DER'ê ferzkirina 'sîxurtiyê': Hûn jî dikarin bibin 'Yeşîl'
09:20 Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN
23/09/2025
20:09 Cenazeyê wî piştî 6 salan hat definkirin
19:58 Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin
16:44 Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin
16:14 Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş hate betalkirin
13:52 Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe
13:08 Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e
12:40 Gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
12:23 Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da
11:13 Danişîna doza rojnameger Şahîn hat lidarxistin
11:13 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:03 Di êrişên Îsraîlê de 17 Filistînî hatin qetilkirin
11:02 Îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin
11:01 Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin
10:30 Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir
10:08 Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin
10:08 Li Fransayê polîsan bi ser komeleya Kurd de girt
10:07 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
10:04 Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike
09:31 Li Bismilê şewat derket: Zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
09:20 Qeydên NÇA'yê dê heya 20'ê Cotmehê bidomin
09:18 'Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin'
09:17 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê
09:09 Şîrketa Koza Altinê Giyadînê talan dike
09:08 DEDAŞ'ê deynê gundan li muxtaran birî: Mal û milkên wan hatin heczkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2025'AN
22/09/2025
21:25 Hêzên hikûmeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin
15:19 Li Pulat ê gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû doz hat vekirin
15:11 Komîsyon vê hefteyê dê li saziyên lêkolînê guhdarî bike
14:30 Fîlmê ‘Heval Birako’ diyarî Nazim Daştan hate kirin
14:23 Li dijî binpêkirinên li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ banga hestiyariyê
14:14 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê bang kirin: Dawî li binpêkirina mafê berdana bişert bînin
13:36 TJA’yê ji bo jinên li Efxanistanê bang kir
13:29 HSD: DAIŞ’ê di 10 mehên dawî de 153 caran êriş kir
13:18 TEV-DEM’ê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir
13:17 NY bi rojeva Filistînê dicive
12:41 Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye
11:45 ‘Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike’
11:21 Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
11:13 'Xelatên Gurbetellî Ersozê tê wateya domandina kevneşopiya wê’
10:37 Ji gundê Izêrê ku Ocalan dixwest dîsa biçe serdanê: Em li çaverêya wî ne
10:03 Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû
09:43 Ji şaredariya AKP’ê skandal: Jinên biyanî bi nasnameyên sexte hatin zewicandin
09:34 DFG: Evran dê di têkoşîna gelê Kurd bijî
09:28 Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2025’AN
08:52 Dîroka konsera Koma Amedê diyar bû
08:52 Mihrîcana Surfest II bi konserê bi dawî bû
21/09/2025
16:43 Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:21 Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike
15:55 Ji ESP’ê kampanyaya ‘Çareseriya kedkar’
15:20 2 hezar û 541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re bikin
15:05 HSD’ê îdiayên wezareta parastinê ya Şamê derewand
14:49 Ozgur Ozel dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê
14:47 Ji hunermend Julîde Kural vîdeoya ‘Ji bo aştiyê gotina min heye’
14:21 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin: Em ji Ocalan bawer in
13:33 Ozel: Li Tirkiyeyê gef li ser hemwelatiya wekhev heye
11:59 Qeyûmê Wanê di 7 mehan de 100 neguhêzbar da ber firotinê
11:40 Walîtiyê pereyê pîrozbahiyê ji budçeya gundiyan xerc kir
11:14 Kaya ê du zarokên xwe winda kirî: Bêyî Ocalan aştî nabe
10:52 Dayik: Ji bo aştiyê azadiya Ocalan şert e
10:40 Hevserokê Giştî yê OHD’ê: Komîte pêvajoyê dirêj dike
10:23 Li Edeneyê ji ber ‘protestoyê’ doz li 2 siyasetmedaran hat vekirin
10:10 Di dibistana Çapemeniya Azad de stûnek: Seyît Evran
09:38 Rêveberiya Xweser têkildarî Dêr Hafirê daxuyanî da
09:36 Hejmara 134’an a kovara Jinê derket
09:16 Bijîşkê Filistînî: Ji alîkariya xurekan zêdetir pêdivî bi alîkariya siyasî heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2025’AN
20/09/2025
19:33 Abdullah Ocalan: Endamên hêja yên çapemeniyê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne
17:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî biryara Konseya Ewropayê dan: Bila 'mafê hêviyê' pêk bê
16:30 Malbatên rojnamevanên hatin qetilkirin serdana Yenî Yaşamê kirin