NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Tevgera Azadiyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku bi erêkirina Abdullah Ocalan dest bi vekişandina hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kirine. Wêneyê ewil ê daxuyaniya dîrokî hate weşandin.
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12'an a PKK'ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi vekişandina gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) ji Tirkiyeyê hatiye kirin. Hat gotin ku gerîla vekişandine "Herêmên Parastinê yên Medyayê."
Ajansa me wêneyên ewil ên li qadê hatine kişandin parve dike.
MA / Azad Altay






