AMED - Doç. Dr. Vahap Coşkûn diyar kir ku divê qanûnek veguhêz a taybetî ji bo vê pêvajoyê were çêkirin û got: "Ji bo diyarkirina şert û mercên ku kesên ji çiyayan dadikevin dê tevlî jiyana civakî û siyasî bibin, pêdivî bi qanûneke taybet heye."
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, PKK'ê biryar da ku xwe fesix bike û çekê deyne. Li gorî vê biryarê, Tevgera Azadiyê ya Kurd biryar da ku "hêzên xwe bikişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê." Tevgera Azadiyê, di 26'ê Cotmehê de ligel gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) yên hatin Qendîlê daxuyaniyek da. Lêbelê, tevî vê biryarê û pêkanîna wê, neavêtina gavan ji aliyê Tirkiyeyê ji bo rêziknameyek li ser bingeha qanûnên entegrasyonê pêşveçûna pêvajoyê sist dike û fikarên civakî zêde dike.
Doç. Prof. Dr. Vahap Coşkûn, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re pêvajo û biryara "vekişînê" nirxand. Coşskûn diyar kir ku biryara vekişînê ji ber du sedeman girîng e û wiha got: "Ya yekem, ew ji bo zêdekirina baweriya bi pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û ji bo zêdekirina baweriya mirovan ku çek dê di dawiya vê pêvajoyê de bi tevahî ji holê werin rakirin girîng e. Xalek din a girîng jî pêşketinên li Sûriyeyê ne. Gihiştina lihevkirinek di navbera Tirkiye û PKK'ê de li ser vê mijarê dê gihîştina lihevkirineke li Sûriyeyê jî hêsan bike."
Coşkûn, girîngiya sedemên li pişt biryarê destnîşan kir û got: "Ev yek bi du sedeman tê ravekirin; yek ji wan pêşîgirtina li provokasyonan e. Pêvajoyên bi vî rengî bi rastî nazik in. Ji ber vê yekê, provokasyon her gav dikarin çêbibin. Valakirina van deveran ji bo pêşîgirtina li wan pir girîng e. Sedema din wekî lezandina pêvajoyê û misogerkirina ku ew derbasî qonaxeke duyemîn bibe hat ravekirin. Qonaxa duyemîn a pêvajoyê behsa destnîşankirina çarçoveya qanûnî û siyasî û bicîhanîna pêdiviyan dike. Ji ber vê yekê, bi avêtina vê gavê, PKK diyar kiriye ku dem hatiye ku di nav pêvajoyê de gavên qanûnî û siyasî werin avêtin. Bê guman, jiholêrakirina tevahî ya vê çekberdanê tenê bi çarçoveyeke qanûnî mimkun e. Anku, bi mewzûata hiqûqî ya heyî ne mimkun e ku pêvajoya çekberdanê were temamkirin."
'DIVÊ HIQÛQA VEGUHÊZ A LI GOR PÊVAJOYÊ ESAS BÊ GIRTIN'
Coşkûn diyar kir ku dewlet dixwaze ku tevger çekên xwe deyne, depoyên çekên xwe radest bike û vekişe. Coşkûn destnîşan kir ku ji bo vê yekê, divê binesaziyeke hiqûqî hebe û divê helwestên qanûnî yên kesên ku çekên xwe deynin werin destnîşankirin. Coşkûn destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de hin guhertin di qanûnên giştî de divê werin kirin û di nav de guhertinên li Qanûna Ceza, Qanûna Dijterorê û Qanûna Muhakemeyên Ceza. Coşkûn her wiha diyar kir ku divê hiqûqeke veguhêz a taybet ji bo PKK'ê û pêvajoyê were esasgirtin û divê qanûnek taybet were amadekirin.
Coşkûn li ser qanûnên taybet yên ku divê werin amadekirin sekinî û got: "Di nav PKK'ê de kom û çînên cûda hene. Endamên PKK'ê hene ku qeyda wan a sûc tune ye. Endamên PKK'ê hene ku niha di bin lêpirsîn û darizandinê de ne. Her wiha endamên PKK'ê hene ku hatine mehkûmkirin û her wiha kesên ku niha ji ber doza PKK'ê li derveyî welêt in jî hene. Kesên ku hemwelatîbûna wan hatiye betalkirin an jî qedexeya ketina wan a Tirkiyeyê hatiye kirin hene. Niha, dema ku hûn hiqûqeke taybet ji bo Tirkiyeyê amade dikin, divê hûn van pênc komên mirovan çareser bikin. Divê hûn rewşa wan a hiqûqî diyar bikin. Her wiha divê hûn şert û mercên ku ew ê têkevin jiyana siyasî diyar bikin. Mînak, ji bo hin kesan, demeke diyarkirî dikare were pêşbînîkirin û rêziknameyek gav bi gav dikare were sepandin. Dema ku ez dibêjim divê qanûnek taybet were amadekirin, qesda min ev e; ji ber ku ev dosyeyeke pir berfireh e."
Coşkûn diyar kir ku nebicîhanîna rêziknameyek cuda dikare bibe sedema hin tevliheviyan û got: "Ji ber vê yekê, ji aliyekî ve, daketina ji çiyayan bi qasî ku pêkan be bileztir û hêsan bike û ji aliyê din ve, ji bo destnîşankirina şert û mercên ku kesên ku ji çiyayan dadikevin dê di jiyana civakî û siyasî de entegre bibin, pêdivî bi rêziknameyeke berfireh heye. Ji ber vê yekê, ez pêşniyaza rêziknameyekê dikim ku bi taybetî vê yekê çareser bike."
Coşkûn diyar kir ku di vê gavê de peywireke girîng dikeve ser milê komîsyona li meclisê û got: "Komîsyona meclisê divê li ser rêgezên bingehîn ên vê hiqûqa veguhêz raporekê amade bike û pêşkêşî meclisê bike. Ji bo lezandina pêvajoyê, divê ev gavên qanûnî demildesy werin avêtin. Diyarkirina çarçoveyeke qanûnî heta dawiya salê ji bo pêvajoyê bi taybetî girîng e."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
