NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçeya ajansa me ya der heqê çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ku dixwestin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin, ji aliyê platforma X’ê ve hate astengkirin.
Nûçeya me ya der heqê çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzucu Yilê ya Wanê ya ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê ku bi sernavê “Li Wanê çalakiya xwendekaran: Rektor beyî pirsan bibersivîne reviya" hatibû weşandin, ji aliyê platforma X’ê ve hat astengkirin. 2'yemîn Dadgeha Cezayan a Sulhê ya Wanê, li ser daxwaza Saziya Zanista Teknolojiyê (BTK) biryara astengkirina nûçeya me li Tirkiyeyê da û nûçe asteng kir.
Biryara astengkirinê, bi hinceta qanûna hejmar 5651 xala 8/A ya “gefa li dijî ewlehiya neteweyî, propaganda, naverokên li dijî Ataturk û weşanên aramiya raya giştî xera dikin” ve hat astengkirin.
Herî dawî 2 hesabên Instagramê yên Ajansa Mezopotamyayê yê “mezopotamyaajansi.tr jî hatin girtin.
