TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe

  • jin
  • 12:57 12 Çile 2024
  • |
img
AMED - TJA dê li Amedê konferansa “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li dar bixe ku dê ji welat û derveyî welat gelek kes tev li bibin û du rojan bidome. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di navbera 13-14’ê çileyê de li Demîr Hotel a li Sûr a Amedê konferansa navneteweyî ya “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li dar bixe.  
 
DÊ AXAFTINA EWIL MARTÎNA ANDERSON BIKE
 
Konferans dê bi axaftina endama Parlamentoya Ewropayê û parlamentera serdema berê Martîna Anderson dest pê bike. Di roja ewil a konferansê de dê bi sernavên “Nihêrîneke li girtîgehên Tirkiyeyê yên di roja me de”, “Tecrûbe û têkoşînên girtiyên jin ên siyasî” û “Darizandin û girtinên siyasî de hiqûqa neteweyî û navneteweyî” panel bên lidarxistin. 
 
Konferans dê du rojan bidome û ji bakurê Kurdistanê, Tirkiye û herêmên cuda yên cîhanê binpêkirinên li dijî girtiyên jin ên siyasî bên nîqaşkirin. Bi konferansê armanc ew e ku tecrûbe, têkoşîn û berxwedana jinên girtî di qada neteweyî û navneteweyî de bên parvekirin û stratejî û rêbazên di qadên medya, huner, hiqûq û hwd. de bên nirxandin. 
 
Dê panelîstên ji Filîpîn, Filistîn, Kolombiya, Herêma Baskê ya Spanyayê, Katalonya, Îran û Başûrê Kurdistanê tev li bibin.