Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin

  • jin
  • 16:32 29 Gulan 2025
  • |

AMED - Di encamnameya “1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” de bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: “Hevgirtiya me yên jinên Kurd yên parlamenter li çar aliyê Kurdistanê dê bibê temînata yekitiya Kurdan û demokratîkbûna civakê. Ev yekitî we bibe hevgirtina peyam û gotinên me.”

 
1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin, di roja duyemîn de li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê berdewam kir. Konferans, piştî atolyeyan bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Encamname, ji hêla Semra Çaglar Gokalp ve hate xwendin. 
 
Encamname, wiha ye: 
 
“Di navbera dîroka 28-29 Gulana 2025’an de konferansa parlamenterên Jin yên Kurd pêk hat. Ji demên borî û heta îro parlamenterên jin ji çar parçeyên Kurdistanê û ji Ewropayê tevlî bûn û konferans li Amedê pêk hat. 
 
Li erdnigariya Kurdistanê ya ku di navenda şerên global yên kapîtalîst û netew dewlet de yê em wekî jinên Kurd bi hemû perçiqandin û komkujiyan re rû bi rû man. Şerê desthilatdaran li ser jinên Kurd weke qirkirina jinê tê meşandin. Weke jinên ku ti caran ji têkoşîna ziman, çand û nasnameya xwe paş ve gav neavitin, ji bo avakirina jiyaneke nû me berxwedana xwe nîşanî tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê da. 
 
JINÊN KURD MODELÊN PARASTINA JINÊ BERFIREH KIRIN  
 
Dengê tekoşîna jin a ku ji Bakur bilind bu, li Rojava bu modela jiyana nû. Dema ku li Başur li hemberî qetliamên jinan tekoşîn mezin bu, rêxistbûyina jinan a Şengalê bû bersiv ji kuştina jinan re. Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinên Kurd di kesayeta Jina Amînî de Rojhilatê gihişt hemû cîhanê. Îro jinên Kurd li gorî sedsala derbasbuyî de pêngav û rêyên avakirina azadiya xwe bi modelên parastina jinê berfireh kirine. Ji Mîna Qazî bigire heta Leyla Qasim, ji Sakîne Cansız heta Hevrîn Xelefê, di kesayeta wan de em jinên Kurd li her çar aliyê Kurdistanê dîroka serhildan û azadiyê me nîşanî  hemû cîhanê da. 
 
SEDSALA 21’EMÎN ME WEKE RONESANSA JINÊ NÎŞAN DA  
 
Ev serdema 21’emîn me wekî Ronesansa jinê hona û nîşanî cihanê da. Li darxistina Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd li Kurdistan û li Rojhilata Navîn de asteke dîrokî de ye. Ji ber ku em jinên Kurd xwedîgiringiyekî dîrokî ne. Serpêhatiyên me yên wekî qetlîam, dîlgirtin û koçkirin, dîroka tekoşîna jinên Kurd a li dijî nijadperestî û parastina olî û zayendperestî li vê erdnigariyê bi tekoşîna jinên Kurd têk çû. Ev konferans di heman demê de nişandana yekitiyê ye ku bi biryar em ê pêşeroja xwe ya hevpar pêk bînin. 
 
MODELÊN ME AFIRANDIN DÊ BIBIN TECRÛBEYÊN YEKITIYÊ
 
Di konferansê de destkeftiyên me jinan wekî mekanîzmayên xweser û modelên ku me afirandine wê bibe pirek nû a tecrûbeyên yekitiyê. Me bi tekoşîna hevpar a jinên Kurd di siyaseta demokratîk de li ser derfetên guherîn û veguherînê de siyaseta serdest a mêr nîqaş kir. Di avakirinê de weke îrade û hêza jinan a wekhev û azad em ê bi awayek pêşeng rola xwe bilîzin. Hêza guherîn û vegûherînê bi pêşengitiya jinê ya di avakirina civaka demokratîk a bi siyaseta demokratîk de, di têkoşîna li dijî hemû tundiyan desthilatdariya mêr de xwedî roleke girîng e. Ji ber ku jin qadên xwe yên têkoşînê di siyaseta demokratîk de, bi awayekî taybetî di avakirina aştiyê de berfireh dikin, di avakirina aştiya li van xakan de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê jinan.
 
EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TUNDÎ Û QIRKIRINÊ BÊDENG NEMÎNIN 
 
Li dijî tundiya mêr-dewletê û polîtîkayên qirkirina jinan, têkoşîna ku em jin di qada parlamentoyê de dimeşînin, di parastina jiyana jinan de xwedî roleke sereke ye. Bi qasî ku girtina helwesteke hevpar li dijî qanûnên zayendperest û cudaxwaz girîng e, ewqas jî pêwîst e ku jinên Kurd di qadên parlamentoyê de dengê hevdu bin. Li hemberî êrîşên ku em tê re derbas dibin, wekî qanûna zewaca di temenê biçûk de, pirjinî, tundiya zayendî, qirkirinên siyasî yên li dijî jinan, jinên Êzidî yên bi zorê hatine girtin, sinetkirina jinan, em ê bibin parêzvan û bîra hevdu. Ambargoya ku li ser Şengal û Mexmûrê tê meşandin, herî zêde bandorê li jiyana jinan dike, û em ê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Ji bo rakirina ambargoyê, em ê wekî jinên Kurd têkoşînê mezin bikin. Li dijî zordarî, îşkence û biryarên îdamê yên ku li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî girtiyên jin ên siyasî têne kirin, em ê wekî jinên Kurd li her devera ku lê ne çalakiyan rêxistin bikin û wekî parlamenterên jin ên Kurd têkoşînê wekî erka xwe bibînin. Destkeftiyên me yên qanûnî û civakî  
 
EM Ê DESTKEFTIYAN BIPARÊZIN
 
Em ê destkeftiyên xwe yên wekî Peymana Stenbolê, CEDAW, Belgeyên Şoreşa Jinê ya Rojava, BM 1325, hevserokatî û temsîliyeta wekhev bi rêxistinbûnê biparêzin û ava bikin.
 
HEVGIRTINA JINAN DÊ BIBE TEMÎNATA YEKITIYA KURDAN
 
Em wekî Parlamenterên Jinên Kurd bal dikşînin li ser banga birêz Ocalan ya Civaka Demokratîk û Aştiyê. Divê em vê berpirsiyariya û pêşengtiya banga birêz Ocalan bigrin li ser milê xwe û vê pêvajoya aştiyê birêve bibin. Ji ber ku hevgirtiya me yên jinên Kurd yên parlamenter li çar aliyê Kurdistanê dê bibê temînata yekitiya Kurdan û demokratîkbûna civakê. Ev yekitî we bibe hevgirtina peyam û gotinên me. Têkoşîna jinê, bi nasnameyên xwe yên pirreng, beşdarbûnê, ne tenê têkoşînek zayendî ye, lê belê têkoşîna çînî, nasname, bawerî û ekolojiyê jî di nav xwe de dihewîne. Temsîliyeta jinê di siyasete de, hem dikare di aştiya gelan û baweriyan de rolek bilîze, hem jî di avakirina civakeke demokratîk de mekanîzmayên yekgirtî bixebitîne.
 
WEKHEVÎ BI YEKKIRINA HÊZA JINÊ PÊKAN E 
 
Di vê serdemê de ku derfetên Ronesansa Jinê li Kurdistanê mezin dibin, li dijî xeteran, pergala kapîtalîst a cîhanî ya paşverû, zayendperest û ku şîdetê rewa dike, û her wiha li dijî hemû şerên desthilatdariyên bavikserwer (Mêrserwer), em dikarin bi yekkirina hêza xwe azadiya jinê û wekheviyê pêk bînin. Çawa ku mêrserwerî (baviksalari) bi awayekî yekgirtî û tevayî êrîşî jinan dike, em jin jî dikarin bi têkoşînek jinê ya ku parçebûn û qutbûnê derbas dike û bi rêxistinbûneke bihêz vê pergalê bi ser bixin.
 
DI XEBAT DI ASTA HERÊMÎ Û CÎHANÎ DE BIDOMIN
 
Bi dîtina rastiya gerdûnî ya yekitî û têkoşîna jinan, jin ji herêmî heta rêxistinbûnên konfederal di asta cîhanî de jî hewceyî rêxistinbûna jinan in. Konferansa me wê bi biryareke dîrokî ya ji bo avakirina yekitî û torên rêxistinbûnê yên parlamenterên jin ên Kurd di asteke herêmî, navçeyî û cîhanî de xebatên xwe bimeşîne.
 
DÊ ÇI WERE KIRIN? 
 
Di vê çarçoveyê de;
 
* Ji bo li dijî tundiya li ser jinan, di her qadê de mekanîzmayên têkoşîna hevpar û torên rêxistinbûnê ava bikin.
 
* Dîrok û bîra têkoşîna jinên Kurd ava bikin.
 
* Tevî cihêrengiyên jinên Kurd, ji bo amadekirina daxuyaniya polîtîk a yekitiya neteweyî bixebitin.
 
* Li her deverê, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî, ziman û çandê bi hevparî biparêzin.
 
* Ji bo ku parlamenterên jin ên Kurd di siyaseta demokratîk de ji bo avakirina aştiyê helwesteke hevpar pêş bixin, komên xebatê ava bikin.
 
* Hevserokatî û temsîliyeta wekhev, wekî mekanîzmayek ku civak û siyasete diguherîne û vediguherîne, li her parçeyê nayê sepandin. Ji ber vê yekê, ji bo ku têkoşîna jinan karibe partiyên siyasî veguherîne, têkoşîna ji bo pêkanîna kota jinê ya ji sedî pêncî di organên biryargirtinê û temsîliyeta partiyan de bimeşîne.
 
* Parlamenterên jin ên Kurd, bi têkoşîna xwe ya li dijî mêrserwerî û her cûre cudaxwaziyê re, ji bo avakirina aştiyê qadên xebata hevpar bibînin û xebatên xwe rêxistin bikin, biryar dane ku Tora Parlamenterên Jin ava bikin.”