Jinan bertek nîşanî Soylu dan

  • jin
  • 15:02 30 Hezîran 2018
  • |
img
WAN – Jinên li Wanê bertek nîşanî gefa Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ya li dijî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan xwar, dan. 
 
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu bi telefonê li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan geriyabû bi gotinên “Êdî em ê we nedin jiyîn” gef lê xwaribû. Jinên li Wanê bertek nîşanî gefên Soylu dan. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li hewşa avahiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘DIXWAZE BI GEFAN CIHÊ XWE SAXLEM BIKE’ 
 
Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Akdag li ser navê jinan daxuyanî xwend û got: “Armanca van gefên Soylu ew e ku di nav AKP’ê de cihê xwe xurt bike. Nikaribûn HDP’ê di bin bendê de bihêlin û ew hewldanên wan jî hemû vala derketin. Vê fereseta tarî ku xwest bi komkujiya Pirsûsê bike gola xwînê, herî dawî jî gef li gef lî Pervîn Buldan xwar. Lî şûna îdiayan lêkolîn û pişt rast bikin, gefan dixwin. Suleyman Soylu gelek caran gotinên nefretê gotiye û gef xwariyê. Poşman jî nebûye. Em qet van êrîşan qebûl nakin. Em ê bibin şopdarê vê meseleyê.”