'Dema îdam hebû jî bersûcên îstîsmarê nehatin cezakirin'

  • jin
  • 12:05 6 Tîrmeh 2018
  • |
img
 
MANÎSA - Sekretera Jinê ya Şaxa Egîtîm Senê ya Manisayê Ayşe Başaran, diyar kir ku mijarên der barê îstîsmar û darvekirinê de hatiye avakirin bi awayekî çêker e û wiha got: “Di dema îdam hebû de kesên tev li sûcê îstîsmarê bûbûn nehatin cezakirin. 
 
 
Meclîsa Jinan a Manîsayê şevê din li dijî îstîsmara li ser zarokan kom bûn. Meclîs li navçeya Yunusemre li Qada Laleyê kom ûn. Jinan li ser istîsmarê û astengiya îstîsmarê nihaq kirin. Jinan diyar kirin ku îdam ji bo îstîsmarê nabe çareserî û xwestin rê û rêbazên din bikar bîinin. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Manisa Semiha Hasgor, diyar kir ku kesên tev li bûyerên istîsmarê dibin bi hişmendiyê mêr û dewletê tev digerin û wiha got: "Dewlet ser van bûyeran digirin û çareser nake. Dewlet di mijarên îstîsmarê te nabe bersîv. Divê dewlet îstîsmara zarokan û kuştina zarokan rawestîne û ev yek erka wê ye. Bi cezayê Îdam û xesandinê sûcên îstîsmarê bi dawî nabin. Çareserî ne îdam e. Sedema îstîsmarê bê çalakî ye. 
Sekretera Jinê ya Şaxa Egîtîm Senê ya Manisayê Ayşe Başaran jî diyar kir ku sedema îstîsmarê ya ewil sersarî û bê çalakî ye û xwest çalakiyên li dijî vê yekê zêde bibin. Başaran xwest gavên ciddi bên avêtin. Bajaran ani ziman ku erkek mezin dikeve ser sendika, rêxistin û saziyên demokratîk û xwest erka xwe pêk bînin.