Yuceer a CHP'î: Eger îktîdar bibêje darvekirin, nexwe neyta wê xerab e

  • jin
  • 09:12 7 Tîrmeh 2018
  • |
img

ENQERE - Seroka Komîsyona Şopandina Mafên Zarokan û Jinan a CHP'ê Candan Yuceer destnîşan kir ku dewlet di warê mijara îstismarkirina zarokan de hewl dide civakê di nav nîqaşên darvekirin û xesandinê de bifetisîne. Yuceer got: "Eger îktîdar bibêje darvekirin, nexwe neyta wê nebaş e." 

Piştî bûyerên derbarê revandin û sîtsimarkirina zarokan zêde rû dan, îktîdarê careke din darvekirin û xesandina kîmyewî xist rojevê. Lê belê bertekên li hemberî darvekirin û xesandinê jî didomin. Seroka Komîsyona Şopandina Mafên Zarokan û Jinan a CHP'ê Candan Yuceer, destnîşan kir ku sedema herî mezin a zêdebûna îstismarkirina zarokan polîtîkayên îktîdarê û pergala wê ya necezatiyê ye. 
 
‘DEWLET ZAROKAN TERKÎ TERÎQETAN DIKE' 
 
Yuceer, anî ziman ku zêdebûna cezayan girîng e, lê belê bi taybetî jî di warê îstismarkirin û şideta li hemberî zarok û jinan têr nake û got: "A girîng ew e ku ji bo careke din ev tişt rû nedin, tevdîr bêng irtin. Divê dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Ji bo vê jî divê samîmî be. Dewleta ku diviya zarokan biparêze, naparêze. Wan terkî wargeh û terîqetan dike." 
 
Yuceer, îstismarkirina zarokan a li Weqfa Ensarê bi bîr xist û got: "Cezayeke giran li kiryar hat birîn, lê di bûyerê de gelek kes hebûn ku divya bên cezakirin. Kesên dewletê bi rê ve dibin, divê xwe rexne bikirana. Ji wezîr, heta midûrê perwerdehiya netewî yê bajêr, ji qeymeqam bigire heta rêveberên dibistanê hemû berpirsiyar in ji vê yekê. Lê ser vê hat nixumandin. Me pêşniyazpirse berpêş kiribû, lê hat pakkirin. Ji ber ku weqf nêzî îktîdarê ye, ser wê hat nixumandin. nexwe li vira samîmiyet tune ye." 
 
‘EGER ÎKTÎDAR BIBÊJE DARVEKIRIN, NEXWE NEYTA WÊ NEBAŞ E' 
 
Yuceer, destnîşan kir ku diviya dewlet peywira xwe bi cih bianiyana, lê belê civakê hepsî nîqaşên darvekirin û xesandinê dike û got: "Di vî warî de pisporên ku dixbitin hene, lê nayên hesibandin. Pispor, tînin ziman ku ev pirsgirêk bi darvekirin û xesandinê nayê çareserkirin. Eger îktîdara ku behsa çareseriyê nake û di 16 salên îktîdara xwe de di vî warî de tiştek nekiriye bibêje darvekirin, nexwe neyta wê nebaş e." 
 
Yuceer, anî ziman ku CHP ji bo rê li ber îstismarkirina zarokan bê girtin tev digere û di vî warî de ji ji destê wan bê ew ê bikin. 
 
MA / Diren Yurtsever