Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
- jin
- 09:01 02/3/2022
Jin dê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Kadikoyê li hev kom bibin û li dijî xizanî, tahde û kedxwariyê daxwazên xwe biqîrin.
Jin dê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Kadikoyê li hev kom bibin û li dijî xizanî, tahde û kedxwariyê daxwazên xwe biqîrin.
TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de jin daketin qadan û daxwaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.
HDP'ê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Civîna Koma Jinan li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û destnîşan kir ku dem dema azadiya jinan e û wê jin vê pergalê biguherînin.
Rêxistinên jinan ên Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Sûra Amedê daxuyaniyek dan, ligel astengiya polîsan jî belavok belav kirin û ji girtiyên jin re kart şandin.
Jina kedkar Meral Akdaş ku 297 rojan ji bo mafên xwe li ber Flormar Kozmetîkê li ber xwe da, niha jî li fabrîqeya Corazon Endûstriyel Ambalajê berxwedana xwe didomîne. Akdaş, dibêje ku dê têkoşîna 8'ê Adarê heta hetayê bidomînin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji girtiyên jin ên siyasî ku li girtîgehên cuda tên ragirtin re, qert şandin.
Endamên Meclîsa Jinan ên Stenbolê yên HDP’ê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo girtiyên jin li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê pifdankên xemrî firandin.
Jinên ku îsal daxwazên xwe yên 8’ê Adarê rêz kirin, bang kirin ku ji bo azadiya Ocalan û berdana girtiyên nexweş hemû jin dakevin qadan.
Li Herêma Federal a Kurdistanê ku tundî, qetilkirin û tecawizkirina jinan herî zêde lê diqewime, jin amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, diyar kir ku li herêmê pêdiviya jinan bi piştgirî û yêkitiye heye û got: "Em ê bi ruhê Clara Zetkîn, Hevrîn Xelef, Sakîne, Arîn û Viyanan li qadan bin.”
Li Îranê ku piştî Şoreşa Îslamê qanûn û rêgezên heyî li gorî berjewendiyên zilaman hatin danîn, ji sala 1980’an heta niha hemû çalakiyên 8’ê Adarê tên qedexekirin. Jina femînîst Bahar Hasanî dibêje, jinên ku êdî tehemûl nakin “rûmet” û “namûsa” hinek kesên din bên hesibandin, tevî hemû qedexeyan jî dê îsal li qadan bin.
Meclisa Jinan a HDP’a Îzmîrê dê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di 28’ê sibatê de bide.
Aygul Dokû bi lêv kir ku xwişka wê Gulistan Dokû di her 8’ê Adarê de dowiza “Tu qîr bike ku tundî raweste” vedikir û diyar kir ku wê ji niha û pê ve ew pankart di destê wê de be.
Jinên ku ji ber qeyûmên tayinî Şaredariya Bismilê hatin kirin du caran karê wan hatin xespkirin, 2 sal in bi hevkarî dixebitin û bi vî awayî hem li ser pêyan disekinin hem jî pê debara xwe dikin.
Platforma Dîcle Amedê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi raya giştî re parve kir. Platformê di daxuyaniya xwe de banga tevlibûna çalakiyan kir.
TJA starta çalakiyên 8’ê Adarê ji bo bîranîna Garîbe Gezer li Kerboranê da. Jinan destnîşan kir ku ew ê têkoşîna Garîbe Gezer û Denîz Poyraz her mezintir bikin û xwestin tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin.