Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
- jin
- 13:52 29/5/2020
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê daxuyanî da û banga berdana rêveberên Komelea Jinan a Rosa kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê daxuyanî da û banga berdana rêveberên Komelea Jinan a Rosa kir.
Dayika Gulîstan Dokû ya li Dersimê winda bû û agahî jê nayê girtin Bedriye Dokû ya li cihê herî dawî Gulîstan lê hat dîtin radiweste, bi gotinên “Gulîstan, em bi şev û roj li te digerin, tu li ku derêyî? Kezeba min dişewite” zêmar lorandin.
Ji Komeleya Jinan a Rosa Rûken Erguneş, diyar kir ku şopandina teknîkî ya di lêpirsîna li dijî endamên wan hat birêvekirin de, rastî dema Wêzîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû ku di sala 2018’an de jin weke hedef nîşan dabûn, hat û got: “Xwestin bi operasyona li dijî Komeleya Rosa peyam bidin hemû jinan.”
Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî geşedanên dawî daxuyanî da û diyar kir ku operasyona li dijî endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, ne tenê li dijî jinên Kurd e, li dijî hemû jinên Tirkiye û cîhanê ye. Ayşe Acar, anî ziman ku pirsên "Hûn çima aştiyê diparêzin, çima tev li çalakiyên 8'ê Adarê bûne û hûn çima pergala Hevserokatiyê diparêzin?" pirsîne.
Şaredariya Qersê ji bo jin yekser xwe bigihînine wan, Xeta Mor ji xizmetê re vekir.
Komeleya Jinan a Rosa ji ber xebatên xwe yên derbarê jinan de bû armanca operasyonê. Parêzerer Gozde Engîn têkildarî operasyonê got: “Her çiqas Rosa dibe armanc bila bibe armanc ji bo jinan dê dîsa bixebite.”
Endama Tora Parastina Jinê Buse Uçer, bal kişand ser guhertina "Efûya bi rêya zewacî" û wiha got: "Jin ji sala 2016'an heta niha li dijî vê guhertinê têdikoşin. Em bang li AKP'ê dikin têkoşîna me tu carî nehat rawestandin û dê her bidome."
Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê, girtina endamên Komeleya Jina ya Rosayê şermezar kir û destnîşan kir ku îqtidar dixwaze jinan bitepisîne, lê belê ew ê xwedî li têkoşîna jinan derkevin.
Jinên elewî bertek nîşanî hewldana îqtîdara AKP'ê ya ku dixwaze efûya îstîsmara bike qanûn û di meclîsê re derbas bike, dan. Jinên elewî bang li hemû rêxistinên civakî û demokratîk kir û xwest her kes bertek nîşanî vê yekê bidin. Jinan destnîşan kirin ku di salên 2002 û 2019'an en dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin.
Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Jina ya Îzmîrê Muzeyyen Alpşen, bertek nîşanî girtina rêveberên Komeleya Jina ya Rosayê û got, ev mudaxilekirina li têkoşîna jina ye.
Jinên ku di salên 90'î de bi darê zorê koçber bûne û çûne Kadîfekaleyê, bi nanê tendûrê debara xwe dikin. Jinan anî ziman ku ji ber şewbê şert û mercên wan jî ehmet bûne.
Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanî girtin aktîvîstên mafê jinan dan û diyar kirin ku ew ê ji bo maf û jiyana xwe ji dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Boksker Ahmet Kemaloglu, di 24'ê Gulanê de xwendekara zanîngehê Zeynep Şenpinar kuşt. Derket holê ku Zeynep Şenpinar beriya bê kuştin serî li qereqolê dabû û alîkarî ji polîsan xwestibû
Wezareta Karê Malbat, Xebat û Civakî, ji bo ku mudaxilê lêpirsîna girtina 9 jinên di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de hatin girtin bibe, ji Miduriyeta Bajêr a Amedê bi koda lezgîn agahî xwest.
Jinan, bertek nîşanî girtina jinên li dijî tundî û qetilkirinên jinan têdikoşin dan û ji bo aktîvîstên jinên hatin girtin banga “Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin” li desthilatdariyê kirin. Jinan da zanîn ku ew li dijî hilmendiya zilam serî ne tewîn in.