Beştaş: Vîna siyasî bixwaze dikare cînayeten Parîsê di 24 saetan de ronî bike
- jin
- 11:21 05/1/2018
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, der barê doza cînayetên 3 jinên kurd ên siyasetmedar de diyar kir ku dibe dosya li Parîsê hatibe girtin, lê çareserî li Tirkiye ye. Beştaş, anî ziman ku vîna sîyasî li pêş ronîkirina cînayetan asteng e û wiha got: "Ger li Tirkiye vîna siyasî bixwaze dikare di 24 saetan de cînayeta Parîsê ronî bike. Dikare milê MİT'ê û milê têkiliya MÎT'ê ya bi saziyen din re jî ronî bike."