• img

    Taybet Înan li Rihayê hat bibîranîn

    • jin
    • 14:27 22/12/2017

    Meclîsên Jinan ên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê, dayika Taybet Înan a cenazeye wê li Silopiya 7 rojan li kolanê mabû bibîr anî.

  • img

    Li zanîngehan jî Meclîsên Jinan hatin avakirin

    • jin
    • 09:08 22/12/2017

    Xwendekarên jin ên li zanîngehan li hemberî şidetê xwe birêxistin dikin, Meclîsên Jinan ên Zanîngehê ava kirin. Yek ji endama meclîsê xwendekara Zanîngeha Stenbolê Dîlara Gevrek wiha got: “Êdî jin ne di pozîsyona kesên digirîn û mexdûr dibin de ne, êdî dikevin pozisyona mudaxilekirinê.”

  • img

    2 jin li Rihayê kuştî hatin dîtin

    • jin
    • 16:03 21/12/2017

    Li Rihayê di rojekê de, 2 jinên hat îdîakirin "întîhar" kirine kuşti hatin dîtin.

  • img

    ‘Em qêrîna jinan bê xwedî nehêlin’

    • jin
    • 15:50 20/12/2017

    Li navçeya Bornovayê hevalên Zulal Tutuncu ya ji aliyê Gunhan Ozturk ve hat kuştin, bertek nîşanî kuştinên jinan dan û wiha gotin: “Em ê qêrîna jinan bê xwedî nehêlin.”

  • img

    Ji kar hat avêtin lê dîsan dest ji direksiyonê berneda

    • jin
    • 09:28 20/12/2017

    Nefîse Alkan a li Erdîşê, di serdema şaredariya DBP’î de ajokarê otobusê bû, piştî qeyûm ew ji kar avêt, dest ji karê xwe yê pir jê hez dikir berneda, mînîbusek kirî û karê ajokariyê domand.

  • img

    Beriya bê kuştin alîkarî xwest lê...

    • jin
    • 12:26 19/12/2017

    Derket holê ku Şehrîban Dînç ya hevjînê wê Esat Dînç ew bikuje, 3 meh beriya bê kuştin ji Buroya Alîkariya Edlî ya Serokatiya Baroya Wanê bi daxwaznameyekê alîkarî xwestiye. Dinç gotibû “Ji kerema xwe re berî jinek din bê kuştin, bêyî ku dereng bikeve alîkarî bidin min.”

  • img

    ‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn'

    • jin
    • 09:11 19/12/2017

    Endama jûriyê ya Dîzî Bamyalarê Yasemîn Oz balê kişand ser rêzefîlmên li Tirkiyeyê tên weşandin û wiha got: "Di demeke wek serdema Rewşa Awarte de ku tiştên polîtîk nayên nîqaşkirin û sansur û tirs zêde dibe de, hem ji bo çêker pereyan qezenc bikin hem jî wek riya tevizandina civakê rêzefîlm tên bikaranîn."

  • img

    Jin beriya roj hilê dest bi kar dikin

    • jin
    • 11:02 18/12/2017

    Meryem Kara ya 60 salî ya li gundê Kizilkaya ya Toroslarê dijî, diyar kir ku li gundan roj ji bo jinan zû dest pê dike, karê malê, bax û zeviyan li ser milê jinan e.

  • img

    Polis: Têkiliya te ya dilînî bi wî mêrî re heye?

    • jin
    • 09:06 17/12/2017

    Jina li kuçeyê rastî êrîşa zayendî hat, li qereqola polîsan jî rastî pirsan tacîzê hat. E.X. bertek nîşanî van pirsên polîsan dan: "Ew kes hevalê te ye, têkiliyeke we ya dilînî heye yan?"

  • img

    Koçyigit: Bi avakirina enternasyonalîzma jinê gaveke girîng tê avêtin

    • jin
    • 09:02 17/12/2017

    Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, diyar kir ku divê di pêvajoya nû de enternasyonalîzma jinê bê avakirin û wê bi vê re di têkoşîna azadiyê ya jinê de gaveke girîng bê avêtin.

  • img

    ‘Êrîşa zayendî ya Rezanê polîtîkayên dewletê ye’

    • jin
    • 14:23 16/12/2017

    Hevparên TJA yên Amedê, bertek nîşanî êrîşa zayendî ya li Rezanê dan. Hevsaroka Bajêr a HDP’ê Fîlîz Buluttekîn jî, diyar kir ku ew polîtîkayên tundiya li ser jinan, tacîz, tecawîz û hemû awayên jenosîdê yên li ser civakê tên ferzkirin qebûl nakin û li dijî vê yekê dê têkoşîna xwe bilind bikin.

  • img

    Jinên girtî bi nameyan tev li Konferansê bûn

    • jin
    • 14:12 16/12/2017

    Siyasetmedarên jin ên girtî bi nameyên ku ji 8’emîn Konferansa Meclîsên Jinan a HDK’ê re şandin di konferansê de cihê xwe girtin. Siyasetmedaran di nameyan de xwest ku HDK binpêkirina mafê mirovan ên li girtîgehan têxe bernameya xwe.

  • img

    Jinên HDK’î ‘Enternasyonalizma Jinê’ ava dikin

    • jin
    • 12:23 16/12/2017

    Jinên HDK'î bi coşek mezin civîyan û hewaya Enqereyê ya sar germ kirin. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan koçyîgît, diyar kir ku êrîşa li dijî jinan êrîşek global e û got: "Li dijî vê yekê dema pêşxistina têkoşîna enternasonalîzma jinê hatiye."

  • img

    Dîroka jinên Tirkiyeyî di vê ajandayê de ye

    • jin
    • 09:11 16/12/2017

    Ji aliyê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Weqfa Navenda Agahiyan bi navê "Kadin Tarihini Yazmak" ajandaya sala 2018'an hat derxistin. Di vê ajandayê de weziyeta jinên ji çîn, etnîsîte, aîdiyetên cuda tê vegotin.

  • img

    Mamosteya hat îxrackirin: Em ê tu carî serî netewînin

    • jin
    • 09:23 15/12/2017

    Ayşegul Yucetaş piştî hat îxrackirin, dikana kulîlkan vekir û debara xwe dike. Yucetaş da zanîn ku hikumetê bi hinceta dijberê "perwerdeya olî" ne ew ji mamostetiyê îxrackirine, lê belê ew ê tu carî serî netewînin.

LÊGERÎN