Wê ji Şengalê heta Lubnanê jin ber bi Efrînê ve biherikin
- jin
- 09:12 03/3/2018
Rêvebera Kongra-Star Newroz Mihemmed, diyar kir ku amadekariyên wan ên 8'ê Adarê didomin. Mihmmed bi lêv kir ku wê ji Minbic, Heleb, Şam, Şengal û Lubnanê jin tev li çalakiya 8'ê Adarê ya li Efrînê bibin û got: "Wê şoreşa li Efrînê bê wateya naskirina nasnameya azad a hemû jinên cîhanê."