Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
- jin
- 13:34 28/2/2018
Jinên endamên KESK’ê ya Edeneyê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kir.
Jinên endamên KESK’ê ya Edeneyê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kir.
Li Mêrdînê jinan dest bi xebatên çalakiyên 8’ê Adarê kir û gotin ku ew ê bi 8’ê Adarê polîtîkaya tecrîdê bişkînin.
Sekretera Jinan a Malên Gel Nebiye Mertturk, diyar kir ku li dijî jinan êrîşên pir dijwar hene û xwest hemû jin di 8'ê Adarê de derkevin qadan û mafên xwe biparêzin.
Jinan banga mitînga 8’ê Adarê ya li Qada Îstasyona Amedê kir û diyar kirin ku ew ê li dijî feraseta jinan li malê heps dike dê di 8’ê Adarê de li qadan bin.
Behiye Nayir, dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, ji bo pîrozbahiyên 8'ê Adarê got: "Em ê di rêça ku Pakîzeyan vekir de têkoşînê berdewam bikin."
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca diyar kir ku di bin şertên OHAL’ê de jinan salek dijwar derbas kir û got: “Em ê şer rawestînin. 8’ê Adarê dê bibe wesîla vê yekê. Ji bo demokrasî, maf, edalet û azadiyê em ê li kolanan bin.”
Parêzer Mavîş Aydin bal kişand ser îstismarên zayendî û sererastkirina "bikêriya kîmyawî" û ev tişt got: "Dê ev rêbaz pirsgirêkê hêj xirabtir bike. Bi vê polîtîkaya pêşiya lîncê vedikin."
Mîna Qazî ya di civaka Kurdistanê de wekî "Dayê Xanim" tê zanîn, di dema avabûna Komara Kurd a Mahabadê de pêşengiyeke girîng kiribû. Îro jinên Efrînê berxwedana Mîna Qazî dewam dikin.
Platforma Jinan a Dicle Amed, bernameya 8'ê Adarê ku di navbera 1-10'ê Adarê de pêk bînin bi raya giştî re parve kir. Jin dê di 8'ê adarê de li Amedê mîtîngê pêk bînin. Platforma Jinan a Enqereyê jî dê bi şîara “Em bi piştevaniyê bi hêz dibin, Jiyanê bi Rêxistin dikin" dê di 4'ê Adarê de pîrozbahiyê pêk bînin.
Li Hezexê, yek ji pêşengên çalakiyên 8’ê Adarê Dayîka Aştiyê Ayşe Hezer a 53 salî, diyar kir ku têkoşîna wê bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer destpê kiriye û got: “Divê jin êdî serî hildin û nekevin bin bandor û vîna kesan.”
Îpek Arslan a di tendûrê de nanê herêmî û borekan dipêjîne û pê debara xwe dike, da zanîn ku li vê kargehê patron karker tune, ew wekî jin bi hev re hilberînê dikin û bi hev re qezenc dikin.
Ji parêzerên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hatîce Demîr, diyar kir ku bi zagonên li dijî mafên mirovan îstîsmar nayê asteng kirin û wiha got: “Divê nerinên rêxistinên sivîl ên li ser îstîsmara zarokan lêkolîn dikin û xebatê dimeşînin nerîna wan jî bê girtin. Divê li gori mutabakatan zagon bên rastkirin."
Jinên Şirnexê diyar kirin ku ew ê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kekdar ên Cîhanê de li qadan bin û ev tişt gotin: "Li dijî faşîzmê an azadî an azadî."
Şopên Hurrî, Hîtît, Roma, Bîzans û Osmaniyan ên li ser axa Efrînê xuya dibin, nîşan dide ku şaristaniyên dewletî her sendemê êrîşî vê axê kirine. Lê di milê civakîbûnê de bawerî, rituel, sembol, çîrok û teknîkên neolitik nîşan didin ku Efrînê tevî hemû êrîşan cewherê xwe parastiye û heta îro hatiye.
Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê, daxuyanî da û diyar kir ku dê bi şîara “Wisan naçe, yan azadî yan azadî” di 8’ê Adarê de bi laçikên xwe li qadan bin.