Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
- jin
- 16:57 27/2/2024
Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş a di daxuyaniya di çarçoveya 8’ê Adarê de hate kirin de axivî, wiha got: “Dengê jinên Kobanê dê bigihe Îranê, ji Îranê bigihe Stenbolê, Êlihê û ji wir bigihe Ewropayê. ‘Jin jiyan azadî’ dê li her derê cîhanê ji bo têkoşîna jinan bilind bibe.