Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
- jin
- 15:43 21/11/2023
Bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re qert hatin şandin û bi çêkirina zincîra mor navên jinên hatin qetilkirin hatin xwendin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re qert hatin şandin û bi çêkirina zincîra mor navên jinên hatin qetilkirin hatin xwendin.
Li navçeya Çayirovayê Bahrî G. yê hevjîna xwe Kezban G. qetil kir, kurê xwe Salih G. jî bi giranî birîndar kir û reviya.
Endama KGB’ê Selîn Tok diyar kir ku têkoşîna jinan li her çar aliyên cîhanê mezin dibe û wiha got: “Me dest bi amadekariyan kir. Li dijî girtina kolanan, em ê îsal hêj qelebalixtir derkevin her kolanê.”
Dêngbêjên jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de vê carê kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin.
Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû ya li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê starta 25'ê Mijdarê da, diyar kir ku êrişên AKP'ê û MHP'ê yên li dijî jinan veguherîne pergalekê û anî ziman ku li dijî vê yekê dê li her derê têbikoşin.
Li Wanê jinan di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re name şandin.
Endama Platforma Jinan a Îzmîrê Sîbel Orkmez, ji bo tevlİbûna meşa şevê ya 25’ê Mijdarê bang li jinan kir û got: “Ji bo faşîzma ku sazîbûna xwe ava kiriye dê îsal mijara me ‘rêxistinbûn’ be. Em hemû jinan di 25’ê Mijdarê de vedixwînin pêşiya Leman Kulturê.”
Nivîskar û aktîvîst Anne Ohne destnîşan kir ku di salên dawî de di Qraltiya Yekgirtî de tundiya li dijî jin û zarokan zêde bûne û got: “Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe.”
Weqfa Paul Grunîngerê “Xelata Mirovayî û Wêrekiyê” da Berdevka TJA’yê ya berê Ayşe Gokkan.
TJA’yê li herêma Botanê û Wanê starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî da.
Aktîvîst Laurie Debeni destnîşan kir ku piştî qanûna qedexekirina kurtajê, di maha çileya sala 2021'ê de li Polonyayê kete dewrê, bi sedan jin jiyana xwe ji dest dan. Debeni da zanîn ku pergala desthilata zilam ji çareseriyê dûr e û ev peyam da jinên cîhanê: “Em ê cîhanê biguherînin. Em xurt tev li bibin, têkoşînê bidomînin.”
Xelata ku ji aliyê weqfa ji bo bîranîna Paul Grunînger ê Swîsreyî ku bi xebatên xwe yên li ser mafên penaberan û parastina penaberan tê naskirin, îsal liyaqî Ayşe Gokkanê hat dîtin.
Têkoşîna jinan a li Îranê ev 44 sal in bênavber berdewam dike. Berdevka ICAVI Rouhi Shafii got: “Kuştina Jîna Emînî şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ afirand. Ev şoreş bi Îranê re sînordar nema, belavî gelek welatan bû.”
Behiye Yalçin a 70 salî ku 2 caran hatiye girtin û keça wê di vê rêçê de jiyana xwe ji dest daye, tu carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke bi rûmet bernedaye.
Jinên ku li navçeya Qoserê bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî dan, destnîşan kirin ku dê tecrîda teqez rakin û jiyana azadîxwaziya jinê ava bikin.