Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan

  • rojane
  • 19:53 16 Tebax 2024
  • |
img
ÊLIH -  6 kesên ku ji ber gerandina govendê hatibûn girtin ji girtîgeha Tîpa M ya Êlihê hatin tahliyekirin.
 
Li navçeya Misirc a Sêrtê kesên bi navê A.T. (17), S.T. (17), Edanur Taşkesen (19) û Tulîn Taşkesen (21) ji ber li ber muzîka Kurdî govênd gerandibûn hatibûn girtin. Kesên hatibûn girtin hatin berdan.
 
Rêveberên DEM Partî û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber girtîgehê çar jin bikulîlkan pêşwazî kirin.