Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
- rojane
- 15:13 09/10/2024
Hunermend Helîm Omerî û Azad Bedran ku li Amedê hatibûn binçavkirin dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin.
Hunermend Helîm Omerî û Azad Bedran ku li Amedê hatibûn binçavkirin dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin.
Waliyê Wanê Ozan Balci yê 13 roj piştî windabûna Rojîn Kabaîşê daxuyanî da, diyar kir ku lêgerîn li pêravê Gola Wanê hatine zêdekirin.
Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, Hevseroka DEM Partiyê ya Misircê Saliha Sak û 2 kesên pê re ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto kirin.
Ji ber gotinên di daxuyaniya têkildarî Qirkirina Ermenan li Hevseroka Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Gonul Sonbahar doz hatibû vekirin. Di danişîna ewil a dozê de biryara beraetê hate dayin.
Hate diyarkirin ku Îlyas G. yê li Lîseya Îmam Xatîbê ya Anatoliyayê ya Keçikan a li navçeya Erxeniyê mamostetiya fizîkê dikir, tacîza zayendî li xwendekareke xwe kiriye û ji ber vê yekê ji kar hatiye dûrxistin.
Di salvegera komploya navneteweyî de li gelek bajaran grafîtiyên Ocalan li ser dîwaran hatin xêzkirin.
Karkerê ku di teqîna kargeha meqerneyan a li navçeya Hendekê ku beriya 25 rojan pêk hatibû de birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Kesek an hin kesên nasnameya wan nediyar li navçeya Konaka Îzmîrê bi boyaxa sor êriş birin ser deriyên sînagogên Sînyora û Algazî.
Şandeyeke ji CHP’ê têkildarî cezayê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye birîn, çû serdana DEM Partiyê.
DEM Partiyê têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û got ku rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye.
Malbatên qurbaniyên Komkujiya Garê û peykersaz Metîn Yurdanur beşdarî bernameya vekirina bîrdariya ji bo bîranîna qurbaniyan hat çêkirin, nebûn.
22 kesên ku li Mêrdînê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên li dijî komploya 9’ê cotmehê ya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kirin.
Parlamenterên DEM Partiyê diyar kirin ku ew ê di 13’ê cotmehê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeşî îktîdarê bikin û li dijî komploya navneteweyî her kes vexwendin mitînga ku dê li Qada Stasyonê bê lidarxistin.