Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
- rojane
- 16:23 28/8/2024
Pênc ferdên malbata Gezîcî yên ku piştî operasyona leşkerî ya li Hîzanê hatibûn girtin û ji wan re cezayê muebeda girankirî dihat xwestin, hatin berdan.
Pênc ferdên malbata Gezîcî yên ku piştî operasyona leşkerî ya li Hîzanê hatibûn girtin û ji wan re cezayê muebeda girankirî dihat xwestin, hatin berdan.
Endamê Desteya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Nîme êrişa Tirkiyeyê ya li ser rojnamevanan şermezar kir û got: “Em ê dosyaya qetilkirina rojnamevanan bixin rojeva parlamentoya Iraqê.”
Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet di 152’yemîn meha komkujiyê de wiha got: “Em ê ji bo hemû kesên di Komkujiya Roboskiyê û komkujiyên din de jiyana xwe ji dest dane, edaletê bikin.”
Hate ragihandin ku dewleta tirk tankên xwe li Bendava Dêrelukê ya ku di bin kontrola PDK’ê de ye bi cih kirine.
Balafireke biçek û bêmirov a dewleta tirk li rojhilatê bajarê Qamişloyê êrişî wesayîtekê kir û dayikek û kurê wê qetil kirin.
Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr û komîteya amadekar a li Wanê banga tevlibûna mitînga bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê lidarxistin kir, wiha got: “Ev mitîng, mitînga ‘ji tecrîd û şer re na’ ye. Ji bo dengê aştiyê bilind bikin em herkesê vedixwînin mitîngê.”
Li navçeya Serêkaniyê zarokek hate tacîzkirin.
DEDAŞ’ê û leşkeran duh bi ser gundê Heciya Kurdan ve girtibûn û îro jî ceyrana gund hat birîn.
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamentoya Iraqê Talîb Yesarî, diyar kir ku her roja ku diçe li herêmê hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê zêde dibin û anî ziman ku serweriya Iraqê tê binpêkirin.
Parêzerên endamên OHD’ê ku serdana Girtîgeha Tîpa Y ya Çorlûyê kirin, diyar kirin ku îdare li dijî girtiyên siyasî pêkanînên keyfî pêk tîne.
Tirkiye û PDK'ê li Başûrê Kurdistanê di nava 31 salan de 34 rojnamevan qetil kirin.
DEDAŞ'ê bi leşkeran bi ser gundê Dîrseklî yê Cizîrê de girt û saetên ceyranê veguhestin ser stûnan.
Rojnamevan Fehîm Işik bal kişand ser peymana di navbera Enqere-Bexdayê de ku hatiye îmzekirin û got: “Ev peymana di navbera Enqere-Bexdayê de hatiye îmzekirin konseptek nû ya qirkirina li dijî destkeftiyên kurdan e.”
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku sala nû ya perwerdehiya nû ji mufredatê heta perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji pergala veguhezbar heta xwarinê û heta budçeyên dibistanan bi gelek pirsgirêkan dest pê kir û da zanîn ku li bajêr pêdivî bi gelek dibistanan heye.
Îdianameya der barê rojnameger Zeynep Kûray de ku bi îdiaya "porpagandaya rêxistinê" hat amadekirin, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de parvekirinên Kûrayê û xebatên wê yên rojnamevaniyê wekî sûc hatine hesibandin.