Israra Nazim a ji bo heqîqetê
- rojane
- 15:13 20/12/2024
Rojnameger Nazim Daştan ku hate qetilkirin, dema li Dîlokê li pey şopa kujerên rojnamegerê sûriyeyî Najî El Jerf diçû hatibû binçavkirin û demekî kin beriya were girtin jî endamên îstîxbaratê ev gef lê xwaribûn: “Vêcarê jî şensê te heye, hêj em ji bo te nehatin tu hatî binçavkirin. Nexwe dê dawiya te jî mîna ya Najî Jerf bûya.”