PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
- rojane
- 09:43 07/8/2024
PADÊ ji encûmena dadweriyê ya Iraqê xwest, biryara têkildarî wan di ber çavan re derbas bike û diyar kir ku ji bo betalkirina biryarê wê têbikoşin.
PADÊ ji encûmena dadweriyê ya Iraqê xwest, biryara têkildarî wan di ber çavan re derbas bike û diyar kir ku ji bo betalkirina biryarê wê têbikoşin.
Li Agiriyê endamên Egîtîm-Sen ku mafê rêveberiyê bi dest xistin, ji ber walî "guncav" nedît rêveber nehat tayinkirin. Serokê Şaxa Egîtîm-Senê Îlhan Levent got: "Dixwazin çanda sertewandinê pêş ve bibin."
Aktivîsta TJA'yê Çaglar Demîrel diyar kir ku êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî rengvedana tecrîda Îmraliyê ye û got ku çareserî ew e ku tecrîd bê rakirin û gel bi awayekî azad bijîn.
Hat ragihandin ku li herêma Zapê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şerê dijwar diqewime.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna zêde welatiyên li bajarên Qers, Sakarya, Edene, Duzce, Sînop, Zonguldak û Trabzonê hişyar kir.
Li Êlihê li ser rêya ku wekî" Rêya Mirinê" tê binavkirin, ji ber ku tu lambeyeke trafîkê û ronahî tune ne qezayên mezin çêdibin. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû got: "Ji dêvla ku hûn bela xwe di kurdî bidin, tevdîran bigirin."
Rojnameger Bêrîvan Şaxo bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta tirk li deverên ku dagir dike ziman û çanda tirkî dide ferzkirin. Ev jî yek ji berdewamiya plana Şark Islahatê ye."
Endama YJA STAR’ê Bîşeng Hezer di 3’yê gulana 2021’an de li başûre Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û ev 3 sal in cenazeyê wê nayê dayin. Dayika Hezer, Ayşe Hezer xwest cenazeyê keça wê bê dayin û ji bo vê alîkarî ji rêxistinên hiqûqî û parastvanên mafên mirovan kir.
Li Osmaniyeyê 5 kes bi hinceta di dawetê de li ber muzîka kurdî govend gerandine hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, Hîvda Kahraman hat girtin.
Rojnamevan Derya Ren a ku berdana wê hat taloqkirin ji girtîgehê derket. Ren li ber girtîgehê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê îşkence li 2 zarokan kir û welatiyek revandin.
Dayikên Aştiyê li Qoserê daxuyanî dan û bang li hemû dayikên cîhanê kirin ku daxwaza aştiyê hin bêtir bînin ziman.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Egeyê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku tundî, heqaret û muameleya xerab li girtiyan tê kirin û tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye.
Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê, 184 malbatan ji neçariya xwe koç kirin. Dewleta tirk li herêmê 9 baregehên leşkerî yên nû ava kir.