Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
- rojane
- 10:19 22/7/2024
Çiyagerên bi nvaên Ceylan Dîlek Gokbulak û Muhammed Halîm Dalgin li Çiyayê Agiriyê ji ber bagerekê winda bûbûn û cenazeyên wan hatin dîtin.
Çiyagerên bi nvaên Ceylan Dîlek Gokbulak û Muhammed Halîm Dalgin li Çiyayê Agiriyê ji ber bagerekê winda bûbûn û cenazeyên wan hatin dîtin.
Telgrafeke di 19’ê îlona 1929’an de têkildarî Kurdistana Sor hatiye nivîsandin hat bidestxistin. Fikarên rejîma kemalîst heye ku kurd li Qefqasyayê statûyekê bi dest bixin.
Li navçeya Rêya Armûşê bi ser malan de hate girtin û 3 kes hatin binçavkirin.
Girtî Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê tê ragirtin, tevî nexweşiya dil pê re heye jî bi fermana wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Parêzer Fatma Demîrer, anî ziman ku qasî berdana muwekîlê wê zêde dibe zext jî zêde dibin.
Zanyarê siyasetê Mûstafa Pekoz anî ziman ku di stratejiya herêmî ya Enqereyê de Hewlêr jî di nav de cihê kurdan nîne. Pekoz, diyar kir ku Tirkiye dê neçar bimîne ku ji Iraq û Sûriyeyê derkeve û wiha got: “Divê Enqere dest ji polîtîkayên tasfiyekirina kurdan berde û têkiliyên dîplomatîk deyne.”
Dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişî 5 gundên Minbîcê kirin.
T.O. yê 4 salî ku li Elkê dema li ber mala xwe dilîst kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tûnç bertek nîşanî êrişên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê didomîne û wiha got: “Çareserî jî navnîşan jî diyar e. Çareseriya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn bi birêz Ocalan pêkan e.”
Hate aşkerekirin ku endezyarê ji ber wergerîna kuleya sondajê ya li qada lêgerîna neftê ya li Çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest da Mehmet Îrfan Guler e.
Hate ragihandin ku wênegirê kurd Mûrat Yazar ê ji 14’ê tîrmehê ve agahî jê nedihate wergirtin li Herêma Kurdistanê hatiye binçavkirin û hatiye berdan.
Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilarê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de têkoşîna hevpar hate destnîşankirin.
Şandeya DEM Partiyê ya têkildarî wergerîna kuleya li qada lêgerîna neftê ya li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir, wiha got: “Ji bo rojane bigihin armanca hilberîna 100 hezar varîlî, ewlehiya kar û tenduristiya karker têxin xetereyê û xebatan didomînin.”
Li Bagcilar a Stenbolê êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin.
Endezyarê ku ji ber wergerîna kuleya sondajê ya li qada lêgerîna neftê ya li Çiyayê Gabarê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.