Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
- rojane
- 22:09 20/7/2024
Nobedên li dijî qeyûmê Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin. Di nobedan de bang li desthilatdariyê hat kirin ku dest ji zîhniyeta qeyûman berde.
Nobedên li dijî qeyûmê Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin. Di nobedan de bang li desthilatdariyê hat kirin ku dest ji zîhniyeta qeyûman berde.
Li Geverê maça fînalê ya Tûrnavaya Fûtbolê yê Gulistan Dokû hat lîstin. Di encama maçan de Cevîzlîspor bû şamiyon.
Li gelek navendan êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK'ê tên kirin hatin protestokirin. Bang li PDK’ê hat kirin ku dest ji xiyanet û hevkariya ku dike berde.
Hate diyarkirin ku girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk rastî pêkanînên “keyfî” hatiye, cezayê hucreyê lê hatiye birîn û dest danîne ser çûkên wî yên muhebetê.
Malbatên girtiyan û parazvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî pek anîn û xwestin Abdulkadir Kuday û Kudbettin Menteş serbest bên berdan.
Hate diyarkirin ku li Efrînê ji aliyê hêzên paramîlîter yên girêdayî Tirkiyeyê ve 9 kes hatin revandin.
Rêwiyên Xeyalan di salvegera 9’emîn a Komkujiya Pirsûsê de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
H.B. yê ku O.D’yê êriş li kafeya wî hate kirin bi awayekî fizîkî şopand û têkiliya wî bi êrişkaran re heye hate binçavkirin.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay ê beriya 32 salan piştî ku hate binçavkirin agahî jê nehatin wergirtin pirs kirin û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya ji bo windakiriyan bidomînin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin.
Di çalakiyên ji aliyê malbatên windakiriyan û ÎHD’ê ve hatin kirin de ji bo Hasan Gulunay, Mehmet Yaşar, Vedat Aydin û yek ji 33 rêwiyên xeyalan Suleyman Aksû edalet hate xwestin.
Hate îdiakirin ku girtiyê edlî Abdûrrahîm Yuksel ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê tê ragirtin xwe şewitandiye. Xetereya jiyanî ya Yukselê ku birin nexweşxaneyê heye.
Girtiyê 30 salan Mehmet Alî Yaşa ê piştî hate berdan li Fînlandiya ya ji bo tedawiyê çûyê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.
33 Rêwiyên Xeyalan ên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di axaftinên li bîranînê hatin kirin de hate diyarkirin ku ciwanan armanc dikir ku bigihin berxwedana Kobanê û wiha hate gotin: “Xeyalên wan dê nîvco nemînin.”
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê didomin. Hate diyarkirin ku di yek ji şerê li van herêman diqewime de Yarbay Abdûllah Cem Demîrkan hatiye kuştin.