Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin
- rojane
- 14:36 26/6/2024
Xizmên girtiyan tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê çalakiya xwe li dar xistin û peyama “Heta Ocalan azad nebe tu kes azad nabe” dan.
Xizmên girtiyan tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê çalakiya xwe li dar xistin û peyama “Heta Ocalan azad nebe tu kes azad nabe” dan.
Li ser giliyê polîsekê, bi îdiayên “heqaret” û “Li dijî polîsan li ber xwe daye” doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin.
Malbatên ku di danişîna biryarê ya doza Komkujiya Garê de mafên axaftinê wergirtin, xwestin ku hemû berpirsyar bên darizandin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak wiha got: “DAIŞ’ê ev komkujî bi tena serê xwe nekir, hevkarê wê heye, ew jî AKP ye.”
Li gundê Yûkarî Nasirlar ê Bajarê Nû şewata ji xetên ceyranê derketiye, ji hêla kamerayên ewlehiyê ve hate qeydkirin.
Zaroka 15 salî Fatma Nûr Afşîn li Wanê winda bû û ji 23’yê hezîranê ve tu agahî jê nayên girtin.
Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 6 welatî revandin.
Îbrahîm Sertçelîk ê di salên 1980’ê de îşkenceyên giran lê hatine kirin û dest ji têkoşînê bernedaye destnîşan kir ku tecrîd jî şêweyekî îşkenceyê ye û wiha got: “Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê demildest dest ji vê yekê were berdan.”
Di çarçoveya Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate gotin ku di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan ji bo rêxistinên mafên mirovan hatine kirin.
Di danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Garê de parêzeran cibeyên xwe derxistin. Malbatan, daxwaza edaletê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a îdiayên Ensarîoglû yên têkildarî îhaleya dermanan de derewand û wiha got: “Dermanên bêqelîte ne û ji hêla fîzîkî ve jî di depoyan de tune ne.”
Serokê Odeya Bişîşkên Mêrdînê Şehmûs Ekîncî anî ziman ku ji ber beşên şewatînê li Mêrdînê tunebûn, birîndar li 3 nexweşxaneyan hatin gerandin û wiha got: “Heke beşên şewatinê hebana dê hejmara miriyan nebûya 15, dibe ku bibûna 10 kes.
Li Stenbolê amadekariya mitînga “em ê rê nedin qeyûm” didomin. Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz diyar kirin ku dê ji hemû navçeyan beşdarvanan bi wesayîtan veguhêzin qada mitîngê û ev bang kirin: “Werin em dengê xwe bi hev re bilind bikin.”
Di danişîna doza GOÇÎZDER’ê de rapora MASAK’ê ya têkildarî weşan û materyalan nehat pêşkeşkirin lewma danişîn hate taloqkirin.
Di hevdîtina duh a navbera xizmên girtiyan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç de tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate rojevê. Lê belê Tûnç tecrîdê înkar kir û hevdîtinê di nîviyê de terikand.
Okan Ozgul li Girtîgeha Bogazliyanê hate sewqkirin û hat îdiakirin di qawîşa 22 kes lê diman de xwe bi darve kiriye. Di lêpirsîna Ozgun de ji 30 gardiyan û girtiyan tenê li 5 kesan hate guhdarîkirin û dosya hate girtin. Malbata Ozgul dibêje ku kurê wan ji ber nasnameya xwe ya kurdbûn û elewîtiyê hedef hatiye girtin.