Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
- rojane
- 12:58 27/6/2024
Rojnameger Elîf Akgul a ji ber parvekirinên xwe yên ser hesaba xwe ya medya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir.
Rojnameger Elîf Akgul a ji ber parvekirinên xwe yên ser hesaba xwe ya medya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir.
Di danişîna doza rojnameya Ozgur Gundemê de biryar hat dayîn ku fermana girtina siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle berdewam bike. Danişîn hat taloqkirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 40 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Danişîna doza DÎAYDER’ê ku 23 endamên komeleyê tên darizandin, ji ber lêpirsîna nû ya derheqê 4 kesan de hatiye vekirin, hat taloqkirin.
Endamê OHD'ê Baran Çelîk ku tayinkirina qeyûm wekî "xespkirinê" nirxand got: "Qet ne tiştekî hiqûqî ye ku waliyekî tu eleqeya wî bi şaredariyê re tune ye wekî qeyûm bê tayinkirin."
Li navçeya Nûrdagiyê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Li herema Xaniyên Komî yên Bezîrgana navçeya Erxeniyê ji ber têlên ceyranê şewat derket.
Welatiyê bi navê Servet Kamiş li navçeya Qereyaziyê hate binçavkirin.
Îbrahîm Eren gotibû ku şewata li ser sînorê Amed-Mêrdînê ji ber têlên ceyranê derketiye lewma ji hêla DEDAŞ’ê ve hedef tê girtin. Eren, wiha got: “Ez tiştên min dîtine dibêjim. Ji bo bêdeng bibim min hedef digirin.”
Tevî ku bi ser karesata kelekê ya ku 61 kesan jiyana xwe ji dest da re 4 sal derbas bûn jî penaber hêj bi heman rewşê re rûbirû dimînin. Endamê ÎHD’ê Hamdî Bayhan wiha got: “Rêwitiya ber bi hêviya ve veguherî trajediyê.
YSK’ê di çarçoveya daneyên nifûsê de hejmara parlamenterên 7 bajaran guhert.
Cenazeyê endamê HPG’ê Basrî Cin ku li navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî heftiyekî li navçeya Silopiyayê hate veşartin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê têkildarî şewata li Çinarê û Şemrexê ku DEDAŞ bi xemsarî tevgeriyaye li ber DEDAŞ’ê daxuyanî da û got ku ji bo hesab ji xemsaran û kesên berpirsiyariya wan heye were xwestin dê têbikoşin.
Ji rêveberên SODAP’ê Fatma Înce diyar kir ku dê di mitînga li Qada Kartalê de dengê xwe li dijî qeyûm bilind bikin. Ji Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş jî ev bang kir: “Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin. Em banga mezinkirina têkoşîna hevpar dikin.”
Meteorolojiyê ji bo Behra Reş hişyariya baranê, ji bo Kurdistanê jî hişyariya bahozê kir.