DEM Partiyê belavokên mitînga ‘li dijî qeyûm’ belav kirin
- rojane
- 15:47 25/6/2024
STENBOL - DEM Partiyê, li navçeya Arnavûtkoyê belavokên mitînga ku dê li dijî xespa vînê bê lidarxistin belav kirin û banga tevlibûna mitîngê kir.
STENBOL - DEM Partiyê, li navçeya Arnavûtkoyê belavokên mitînga ku dê li dijî xespa vînê bê lidarxistin belav kirin û banga tevlibûna mitîngê kir.
Daxwaza girtina keyayê gundê Morcuko ya navçeya Halîliyeyê yê berê Nîhat Yildirim ku bi sûcê îstîsmarkirina zarokekê tê sûcdarkirin, dîsa hate redkirin.
HD’ê di çarçoveya Roja Penaberan a Cîhanê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên penaberên li Tirkiyeyê dijîn pê re rûbirû dimînin û di bin serenavê lezgîn de pêşniyarên çareseriyê kirin.
Cenazeyê Endama YJA-STAR’ê Sûltan Dag a di pevçûnekî li Kercewsê de jiyana xwe ji dest dabû, di morga nexweşxaneyê de tê ragirtin. Dermankirina 3 birîdaran jî didome.
Rojnamevan Sezgîn Kartal ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin beraet kir.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûcayê û Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê tên ragirtin sepanên binpêkirinên mafan parve kirin.
Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar kir ku ji bilî rewşên lezgîn destûra personelan hatiye betalkirin û da zanîn ku di 22 rojên dawiyê yên meha hezîranê de mudaxileyî hezar û 333 şewatan hatiye kirin.
Serokê CPT’yê yê berê Mauro Palma bal kişand ser şert û mercên tecrîdê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku divê saziyên venêrînê yên Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 40 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serokê Giştî yên MHP’ê Devlet Bahçelî piştî civîna komê ya Meclisê aciz bû.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan şewata li ser sînorê Amed û Mêrdînê ku qewimî wek “felaketê” bi nav kir û got: “DEDAŞ li ser xelkê bûye saziyek belayê. Li herêmê kes nabêje DEDAŞ her kes dibêje DEHAQ. Çimkî zilmê li xelkê dike.”
Dermankirina çendek sewalên ji ber şewata herêmên çolter ên Amed û Mêrdînê birîndar bûne, di Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyona Ajalan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de didome.
Danişîna doza rojnamevan Abdullah Kaya yê bi îdiaya “endamtî û alîkariya rêxistinê” tê darizandin, hat taloqkirin.
Danişîna ewil a “Duyemîn Doza Kobanê” ku derheqê 5 parlamenterên HDP’ê de hatiye vekirin dest pê kir. Huda Kaya di parastina xwe de wiha got: “Başî, aştî û terorîstî bi hev re nabin. Min duh li qadan, li kolanan, li ser kursiyan çi gotibe, îro jî dê ji bo hemû zindiyan, axê, mirovan, başî, aştî û aramiyê bixwazim.”
Waliyê Amedê û qeyûmê berê Alî Îhsan Sû ragihand ku ew ji ber teqawidiyê “helaliyê” dixwaze. DTSO’yê bersiv da walî û got: “Em heqê xwe li te helal nakin. Em we hewaleyî Xwedê dikin.”