Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
- rojane
- 15:27 10/9/2024
Nevzat Bahtiyar ê îtîraf kiribû ku cenazeyê Narîn Guranê di nava tûrikekê de xistiye robarî de sewqî edliyeyê hate kirin.
Nevzat Bahtiyar ê îtîraf kiribû ku cenazeyê Narîn Guranê di nava tûrikekê de xistiye robarî de sewqî edliyeyê hate kirin.
Emîne Şenyaşar di roja 20’emîn a çalakiya xwe ya li Meclisê de daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.
Danişîna doza keçika êzidî ku DAIŞ’ê li ser înternetê wê dabû ber firotinê hat taloqkirin.
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo lêkolînkirina mirina Narîn Guran pêşniyaznameya lêkolînê da Serokatiya Meclisê.
SSerokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha got: “Rastiyên li pişt mirina Narînê bi awayekî zelal bi raya giştî re parve bikin.”
Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Agiriyê di meşa ji bo mafê perwerdehiyê ya zimanê dayikê kirin de wiha gotin: “Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê weke pirsgirêkeke sed salan hêj berdewam dike.”
Ahmet Kaganarslan ê ku piştî 32 salan ji hepsê hat berdan got: “Me serî netewand. Em bi şerefa xwe derketin.”
Rêxistinên hiqûqê yên beriya danişîna doza keçika êzidî ya ji aliyê DAIŞ’ê ve hate revandin û li Tirkiyeya ku anînê hate firotin daxuyanî dan, wiha got: “Heke bi rastî hûn bikarin ji bo tiştekê şer bikin divê ew ji bo zarokan be. Êdî bes e.”
Ji bo zarok Narîn Guran a piştî 19 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin, bi pêşengtiya rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bi daxwaza “Ji bo Narînê edalet” şîn hate danîn.
26 rêxistinên mafên mirovan ji ber biryara darvekirinê ya Pexşan Ezîziyê, rejîma Îranê şermezar kirin û xwestin biryara darvekirinê were betalkirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Berdevkê Polîsên Dihokê Hêmin Silêman ragihand ku şeva borî li Dihokê bavek kurê xwe kuşt. Hat destnîşankirin ku kesê hatiye kuştin, di nav hêzên leşkerî yên PDK’ê de efser e.
Dema binçavkirinê ya 24 gumanbarên di çarçoveya kuştina Narîn Guran de hatibûn binçavkirin, hat dirêjkirin.
Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan dê di pêşengtiya KAYY-DER’ê de 15’ê îlonê were lidarxistin.
Li Îzmîr û Stenbolê di encama serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.