Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
- rojane
- 18:22 21/6/2024
Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê Saît Yetkiner jiyana xwe ji dest da.
Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê Saît Yetkiner jiyana xwe ji dest da.
Hejmara qurbaniyên di şewata li Çinarê û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan bû 11 kes. 78 kes jî birîndar bûne.
Hasan Demîr ê duh bi şev di bobelata şewata li Çinar û Şemrexê de birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Şewata ku di zeviyên gundên navbera navçeyên Artûklû û Şemrexê derket, hat kontrolkirin.
Berdana girtî Seracettîn Yuksekbag ê 30 sal in girtî ye 9 meh hat taloqkirin. Berdana Yuksekbag berê jî 6 meh hatibû taloqkirin.
Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes li ser îtîraza parêzerên xwe hatin berdan.
Şeniyên gundê Tobiniyê ku agir bi gundê wan ketiye diyar kirin ku agir ji ber trafoya DEDAŞ'ê derketiye û gotin ew ê giliyê DEDAŞ’ê bikin.
Wezîrê Dadê ragihand ku têkildarî şewata li Çinarê ûŞemrexê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li Erxeniyê di nav zeviyên çandiniyê de şewat derket. Gundiyan û tîmên şaredariyê mudaxileyî şewatê kirin.
Şêniyên li herêma şewata li Çinarê û Şemrexê ji bo tedawiya sewalên xwe bang li beytarên dilxwaz kirin.
Li Çiyayê Mawa operasyona leşkerî ku di 18’ê hezîranê de hatiye destpêkirin, berdewam dike. Hat zanîn ku di şerê qewimî de 2 kes jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.
Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çolterî ya Şaredariya Amedê bi rêya peykê li herêma şewatê tespît kir û li gorî vê lêkolînê hat gotin ku şewat li qada 66 kîlometre belav bûye.
Hasan Abî yek ji şahidên şewata li Çinarê û Şemrexê ye û got: “Şewat ji ber çirûskên têlên ceyran derket. Heke mudaxile zû bihata kirin wê ewqas mirovên me nemirina.”
DEM Partiyê têkildarî şewata li Şemrex û Çinarê daxuyaniyek da û got: "Vê karesatê careke din nîşan da ku desthilatdarî û dewlet di dema felaketê de ne bi gel re ye."
Baroya Amedê têkildarî şewata li gundên Çinarê û Şemrexê rû da, der barê berpirsiyaran de gilî kir.