Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
- rojane
- 16:22 11/6/2024
Li dijî êrişa li ser koma dansê ya SwingAmed daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku di êrişê de jin hedef hatine nîşandan û êriş li dijî terza jiyanê pêk hatiye.
Li dijî êrişa li ser koma dansê ya SwingAmed daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku di êrişê de jin hedef hatine nîşandan û êriş li dijî terza jiyanê pêk hatiye.
Tenduristvanan têkildarî biryara hilweşandinê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê daxuyanî dan û xwestin ku nexweş û kedkarên tenduristiyê neyên mexdûrkirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn bertek nîşanî îdiayên bêbingeh ên rojnameya Yenî Şafakê da û wiha got: “Hûn dixwazin em çok deynin lê gel em hilbijartin. Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk diyar kir ku qeyûm mal û milk û budçeya şaredariyê pêşkêşî saziyên dewletê kiriye û got: “Em ê li pêşberî darazê hesab bixwazin.”
Dadgehê biryara dewama girtina kameraman Remzî Akkaya da û danişînê taloqî 8’ê tîrmehê kir.
Têkildarî ferzkirina lêgerîna tazî ya li Mucella Yapici û keça wê yên di dema çalakiyên Geziyê de hatibûn binçavkirin hatibû kirin doz hatibû vekirin. Di danişîna dozê de derbarê 3 polîsan de ji sûcê “peywîra xwe nebaş kirine” ceza hate xwestin.
Li gelek bajaran ji bo mitînga ku dê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in em ê destûr nedin bên xespkirin” li Colemêrgê bê lidarxistin banga tevlibûnê hatin kirin.
Zarokê sûriyeyî yê 12 salî ku li Edeneyê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin, ji asansorê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pêvajoya hilbijartinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt û xwest li şaredariyên DEM Partiyê qeyûm were tayînkirin.
Dozger ê di doza Metîn Lokûmcû de mutalaya xwe aşkere kir, xwest ku 13 polîsên bersûc cuda cuda bên beraetkirin.
Siyasetmedarên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Di îfadeya li emniyetê de pirsên weke “Kurdistan ku dere?” û “Roboskê ku dere?” hatin kirin.
Li gorî rapora ÎSÎG’ê ya der barê xebitandina zarokan de ku hatiye amadekirin; ji sala 2013’an vir ve herî kêm 695 zarok di cînayetên kar de mirin e.
Li dosyaya ku rojnamevan Abdûrrahman Gok jê tê darizandin, beyanên şahidê nepen ê beriya niha li dijî 16 rojnamevanan îfade dabû hatin zêdekirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 39 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
“Meşa Demokrasiyê” ya li dijî tayînkirina qeyûm li Geverê di roja duyemîn de berdewam kir. Parlamenter Serhat Eren got wê îradeya gel bi ser bikeve û berxwedana wan li her deverê bidome.