Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
- rojane
- 10:14 01/8/2024
Hevseroka HDP’ê ya Kerboranê ya berê Hatîce Gevcan piştî teqezbûna cezayê wê hate girtin.
Hevseroka HDP’ê ya Kerboranê ya berê Hatîce Gevcan piştî teqezbûna cezayê wê hate girtin.
Xebatkarê CPT’iyê Kamaran Osman anî ziman ku dema ew serdana Herêma Federea ya Kurdistanê kiriye jê re peyama ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ hatiye avêtin û got: “Ev ne operasyonekî leşkerî ye, ev bi temamî dagirkerî ye.”
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo biryara betalkirina wekîltiya Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay got “Tu hukmê vê biryarê nîne.”
7 meh derbas bûn hê jî waliyê nû yê Kerkûkê nehatiye hilbijartin. Rêvebera Tevgera Azadiyê Ronak Macîd, anî ziman ku PDK ya li dijî tifaqa kurdan e û bi Tirkiyeyê re hereket dike, dixwaze tevî Tirkiyeyê YNK tesfiye bike.
Der barê endamên DEM Partiyê û Dayikên Aştiyê de ku di çalakiya şermezarkirina qeyûm de sirûda "Herne Pêş" gotin, lêpirsîn hat destpêkirin. Di lêpirsînê de xwendina sirûda "Herne Pêş" wekî sirûda "terorê" hat pênasekirin.
Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo, diyar kir ku piştî fermana 74'an li Şengalê guhertinên dîrokî çêbûn û wiha got:" Niha her hûcreyeke civakê bi paradîgmaya neteweya demokratîk tê avdan, her birîneke civakê bi vê fikrê tê dermankirin."
Rojnameger Amed Dîcle diyar kir ku dewleta tirk hewl dide tevahiya Herêma Federe ya Kurdistanê dagir bike û sedema veguhestina komên paramîlîter a li herêmê jî wiha nirxand: “Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e.”
Şevê din gelek tax û navenda sûka Geverê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Ji 8 ciwanên hatine binçavkirin agahî nayên girtin.
Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çiçek û Parlamenterê DEM PArtiyê CElal Firat li dijî jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî li Stenbolê li ser bihora peyayan "Pêşî Peya" nivîsîn.
Li Duisburgê bi çalakiyekî biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê hatin protestokirin. Di çalakiyê de peyama, “Şîara Jin, Jiyan, Azadî mezin bikin û darvekirinan rawestînin” hat dayîn.
Hevseroka EGE TUHAYDER’ê Îzmîrê Nîlay Guleser jî di nav de 6 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî 2 kes hatin binçavkirin.
Di çalakiya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hat destpêkirin, peyama wê têkoşînê bilind bikin û hejmara şaredariyan zêde bikin hat dayîn.
Li Mêrsînê êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî hatin şermezarkirin û peyama, “Wê her kes rastiya kurd, kurdî û Kurdistanê qebûl bike" hat dayîn.
Girseya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Cenevreyê li hev civiyan, qirkirina êzdiyan protesto kirin.