Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
- rojane
- 09:13 20/7/2024
Hunermendên ku Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê ragihandin diyar kirin ku li qadek ku kes lê ne azad be wê huner jî ne azad be û gotin: “Em her hunermendan dixwazin li dijî zilmê, zordestiyê û şer dengê xwe derxin û vedixwînin ku di nav vê hewldanê de cih bigirin.”