Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye

img
 
ENQERE - Serokê Giştî yê SOLDEP'ê Denîz Can Aydin bal kişand ku aştî û demokratîkbûn bi civaka rêxistinkirî dikare pêk were û got, "Peywira sosyalîst û şoreşgeran birêxistinkirina têkoşîna demokrasiyê ye."
 
Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, daxwazên ku hikûmet di pêvajoya nû de gavên şênber bavêje her ku diçe zêdetir dibe.
 
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstan (SOLDEP) Denîz Can Aydin têkildarî mijarên rojevê axivî.
 
'NABE KU AŞTÎ JI FERASETA DESTHILATDARIYÊ RE BÊ HIŞTIN' 
 
Aydin da zanîn ku divê pêşî li xurtbûna qenalên siyasî yên demokratîk û rawestandina şîdetê bê girtin û divê pêvajo bi serenavên demokratîkbûyîn û aştiya civakî were nirxandin. Aydin bi lêv kir ku banga aştî û demokrasiyê pir hêja ye ku ji hesasiyeta desthilatdariya AKP-MHP'ê re bê hiştin û wiha berdewam kir: "Divê nîqaş û hewldanên ji bo demokratîkbûyînê bi zelalî bi pêş bikevin. Rêya vê yekê ji parlementoyê derbas dibe. Ji bo pêvajo bi hemû partiyên siyasî, rêxistinên girseyî, sendîka û saziyên civakî re were vekirin, li ser bingeha qanûnî bê avakirin û li qada siyasî rê li ber tevlîbûn û çavdêriyan vebe."
 
GIRÎNGIYA DEMOKRATÎKBÛNÊ
 
Aydin anî ziman ku gavên ji bo aştî û demokratîkbûyînê ancax bi civaka rêxistinbûyî û bi zora hêza siyasî ya demokratîkbûyînê pêk werin û ji bo mezinkirina têkoşîna demokrasiyê pêwîstiya sosyalîstan bi rêxistinbûnê heye. Aydin bal kişand ser pêşniyara li meclisê avakirina komîsyonê ku hînê nehatiye avakirin û wiha axivî: "Dema di asta parlamentoyê de komîsyonek hat avakirin, divê rêziknameya qanûnî rojeva bingehîn be. Di nava vê de rewşa girtiyên siyasî yên têkildarî siyaseta Kurd û sererastkirinên hiqûqî hebin. Her wiha zemîna hiqûqî ya ku wê daxwaza hemwelatiya wekhev ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû kesên bindest were nîqaşkirin. Rojeva herî lezgîn ew e ku ji aliyê hiqûqî ve pirsgirêkên hiqûqî çawa û bi kê re bên nîqaşkirin."
 
GAVÊN ŞÊNBER DIVÊ
 
Aydin diyar kir ku ji bo hemû beşên civakê tevlî pêvajoyê bibe divê aştiya civakî ji nû ve were avakirin û wiha got: "Ji bo vê yekê pêwîste desthilatdariya siyasî gavên şênber biavêje. Siyasetmedarên Kurd hene, pêkanînên qeyûm, girtiyên nexweş û pêvajoyên zextê, operasyon û binçavkirinên dewam dikin. Bêyî avêtina gavên şênber avakirina paradîgmayeke nû zehmet e. Desthilatdariya siyasî dixwaze guhertineke zîhniyet û têgihiştinê nîşan bide. Tu wateya amadekarîyên li ser kaxizê bêyî vê guherînê tune ye. Wezîfeya sosyalîst û şoreşgeran ew e ku ji bo guhertina vê têgihiştinê têkoşîna demokrasiyê birêxistin bike û rêbazên ku hêzê bide van guhertinan, bi pêş bixîne."
 
'DIVÊ GAVÊN LEZGÎN BÊN AVÊTIN' 
 
Aydin da zanîn ku eger şoreşger, demokrat û welatparêz rêxistinbûyîneke cidî nîşan bidin, ev pêvajo dikare bibe armanca pêşerojeke wekhev û azad û wiha got: "Fikarên civakî ji desthilata sîyasî derdikevin holê ku gavên berbiçav neavêjin. Divê rejîma AKP-MHP'ê bi lezgînî ji bo ewlehiya aştî û çareseriyê gavên şênber bavêje. Wezîfeya hêzên demokrasiyê ye ku hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin. Divê em bi berpirsyartiyên civakî vê pêvajoyê bi hevgirtinê pêş ve bibin."
 
MA / Omer Gungor